Karkerên balafirgeha 3’an hatin berdan

Ji karkerên ji ber protestokirina mercên xirab ên înşihata balafirgeha 3’emîn dihatin darezandin 30 karker hatin berdan.

Karkerên înşihat û 5 rêveberên sendîkayan ku bi hinceta protestokirina mercên xirab ên li balafirgeha 3’an a li ser wan dihate sepandin 2 meh û nîv bûn girtî, derketin pêşberî dadgehê.

Di rûniştina li 14’emîn a Dadgeha Ceza ya Asliyê ku li Edliyeya Gazîosmanpaşa pêk hat de, karkeran parasatin kir, berjewendiyên mêtînger ên patronan ên di îdîanameyê de cih digirt tehşîr kirin.

Di rûniştina karker dihatin darezandin de karkerke hate derxistin û 30 kerker jî hatin berdan.