Karkerê mûçeyên wan nehatin dayîn hatin destgîrkirin
Karkerên Kargeha Etap TOKÎ 2 a Madimak a Enqerê kar dikirin, ji ber negirtina mûçeyên xwe li qada karegehê çalakî kirin. 8 karker hatin destgîrkirin.
Karkerên Kargeha Etap TOKÎ 2 a Madimak a Enqerê kar dikirin, ji ber negirtina mûçeyên xwe li qada karegehê çalakî kirin. 8 karker hatin destgîrkirin.
Karkerên Kargeha Etap TOKÎ 2 a Madimak a Enqerê kar dikirin, ji ber negirtina mûçeyên xwe vê sibê dîsa hatin destgîrkirin.
Karkerên çûn qada kargehê êlekên spî bi nivîsên ‘TOKÎ mafê me bide’, ‘Hûn nikarin heqê me bixwin’ û ‘Gokhan Saral mafê me bide’ li xwe kiribûn, dest bi çalakiyê kirin. Polîsên êrîşî karkeran kirin, 8 karker destgîrkirin.
Navê karkerên hatin destgîrkirin û birine Qereqola Madimakê ev in: “Momer Ozkaya, Hasan Dûrgeç, Kerem Ozkaya, Nazim Ertûş, Ozan Demîrtaş, Dûgûkan Ozkaya, Abdullah Çelîk û Dogan Ozkaya.