‘Karker jî rejîma AKP-MHP’ê naxwazin’

Rêveberê Sendîkaya Şoreşger a Karkerên Avadanî, Înşaat û Rê (DÎSK) Osman Uney got “Wekî her beşa civakê karkerên avahiyan jî êdî rejîma AKP û MHP’ê naxwazin.”

Rêveberê Sendîkaya Şoreşger a Karkerên Avadanî, Înşaat û Rê (DÎSK) diyar kir ku di dema desthilatdariya AKP û MHP’ê de wan gelek zext dîtine û dema ku mafê wan hatiye binpêkirin jî dewletê çavê xwe jê re girtiye. Uney diyar kir li gorî daxuyaniya Meclîsa ÎSÎG’ê her sal 2000 hezar kar di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û got “Ji van karkeran ji sedî 35 karkerên avahiyan in. Ev karker di pergala xebata taşeron de dixebitin. Pêşeroja karkeran tê dizîn. Ligel ku 2 caran giştîname hate weşandin jî, li gorî vêya tevgerîn çênabe. Dema ku em dibêjin hûn sûc dikin jî taşeron dibêjin wezaret bi vê meseleyê dizane.”

Uney diyar kir karkerên ku dengê xwe dane AKP’ê piştre nifiran li xwe dikin. Uney bal kişand ser vî tiştî ku herî zêde ji Kurdistanê karker tên û got “Li Kurdistanê kesên ku mafê wan ê jiyanê tune, piranî karkeriyê dikin. Yan divê bibin cerdevan yan jî divê bi rûmeta xwe bixebitin. Beşeke zêde ya karkeran, ji Kurdistanê ne. Di hilbijartinên berê de HDP’ê otobus ji bo wan eyar kiribûn û wan jî dengê xwe dabûn.

Wekî her beşa civakê karkerên avahiyan jî êdî rejîma AKP û MHP’ê naxwazin. Helwesta wan xuya dike. Karkerên AKP’yî jî ji rewşa heyî aciz in, ji AKP’ê vediqetin. Min dîtiye ku van karkeran nifir li xwe kirine. Karker dixwazin AKP biçe lê şûna wê kesên alîgirên ked, aştî, demokrasî û azadiyê werin.”