Karbondîoksîta ku tê berdan zêdetir dibe

Welatên cîhanê di civîna COP24'an nîqaş dikin  bê ka peymana ji bo astengkirina germbûna global wê çawa were bicihanîn, li hêla dî jî tê ragihandin, gazên karîger ku rê li ber germbûnê vedikin, zêdetir bi atmosferê ve têne berdan.

Bi wesîlaya Cara 24'an a Konferansa Avûhewayê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (COP24) raporek hate weşandin, li gor raporê berovajî armanca ku hatî diyarkirin gazên sereayê yên karîger zêdetir dibin.

Li gorî xebata saziya bi navê Global Carbon Project karbondîoksît ku par bi rêya 1,6 ji 100'î bû îsal wê zêdetir bibe. Li gorî xebatê rêjeya CO2'yê heta dawiya vê salê rêjeya 2017'an di navbeyna 1,8 û 3,7 100'î wê zêdetir bibe.

DIVÊ BIKARANÎNA ENERJIYA FOSÎLAN KÊM BIBE

Li gorî xebatê ku ji 15 welatan 76 zanyar tevlê bûn,  îsal zêdebûna karbondîoksîtê dibe ku bibe 2,7 ji 100'î.

Diyar bû ku xebata Global Carbon Project wê di sê kovarên zanistî de biweşe, li hêla dî, di xebatê de tê gotin zêdebûna CO2 ji ber wê sedemê ye ku bikaranîna enerjiyê ya petrol rijî û gaza sirûştî zêdetir bûye.

Yek ji pisporê Zanîngeha East Anglîa  Corînne Le Quere,ku di ew jî nav xebatê de cih girtiye, ji bo ku rêjeya karbondîoksîtê kêm bibe, li hemû cîhanê divê bikaranîna enerjiya fosîlan kêm bibe.

PÊDIVIYA DI GIHANDINÊ DE JI KANÊN KU DIKARIN WERIN NÛJENKIRIN ZÊDETIR DIBE

Di xebatê de her wiha tê gotin ji ber sedema  enerjiya ku di gihandina bejahî, deryayî û hewayî de tê bikaranîn rêjeya CO2 ya li atmosferê zêde dibe. Ji ber sedema ku enerjiya ku di gihandinê de tê bikaranîna vansalên dawî li gorî enerjiya ku dikare were nûjenkirni zêdetir e, ev jî rêjeya CO2'yê zêdetir dike.

Her wiha tê diyarkirin 2018'an hê jî li tevahiya cîhanê enerjiya ku ji rijiyê tê bidestxistin zêde ye.