Karayilan: Ne pêwîst e hevdîtin bi me re bikin
Karayilan: Ne pêwîst e hevdîtin bi me re bikin
Karayilan: Ne pêwîst e hevdîtin bi me re bikin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku hukûmeta Tirk tu hevdîtinek bi wan re nekiriye û da zanîn ku tu daxwazên hevdîtinê jî tune ye. Karayilan got: “Rêber Apo nunertiya me dike û ew têrê dike” û xwest ji bo saziyên peywendîdar bikarin bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin rê bê vekirin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê û pêşketinên di rojevê de û komploya 15’ê Sibatê nirxand. Karayilan derbarê hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de, îdîayên ku dibêjin hevdîtin di navbera PKK û hukûmeta Tirk de hene jî nirxand.
Karayilan bang li DYA û Ewropayê jî kir û got: “Ger dewleta Tirk îro dikare li hemberî gelê Kurd şer û terorê pêk bîne, bi xêra wan e. Ger destekê nedin dewleta Tirk dê dest ji tundiyê berde. Ji ber ku nikare bike.” Karayilan da zanîn ku Tirkiyeyê di 2011 de meqes guhertiye û ji welatên Rojava du soz wergirtiye.
TIRKIYEYÊ MEQES GUHERT
Karayilan bal kişand ku komkujiya Parîsê di çarçoveya xeta komploya navneteweyî de pêk hatiye û got: “Komploger êrîş kirin. Em dikarin vê bêjin” û dest nîşan kir ku ji daxuyaniyên dozgerê Frensî aşkere dibe ku ev yek karê dewleta Tirk e.
Karayilan got: “Delweta Tirk di sala 2011 de meqes guhert. Berê bi Îran û Sûriyeyê re li dijî me îtîfaq kiribû û di têkiliyan de bû. Jixwe bi awayeke giştî gelek têkiliyên wan bi van her du welatan eheye. Her wiha bi NATO’yê re jî heye. DYA’yê, Ewropayê destek dikir. Feydeyê ji her du aliyan digirt. Lê tîrmeha 2011’ê helwesta xwe guhert, Sûriye û Îranê anî dijberê xwe. Bi temamî çû ser xeta rojava. Wer dixwuyê ku du soz wergirtiye” û wan sozan wiha rêz kir
Ya yekem; Bêyi dewleta Tirk divê di pirsgirêka Kurd de tu tiştek neyê kirin! Ango jib o Rojavayê Kurdistanê hin soz dan Tirkiyeyê. Ya duwemîn jî: Li Ewropayê tunekirin û dorpêçkirina tevgera azadiyê! Ji bo vê yekê soz hate dain. Jixwe Erdogan bixwe gotibû “sozên dane pêk neanîne.”
Karayilan da zanîn ku di vê çarçoveyê de li Ewropayê heta niha jî zext lihemberî siyasetmedarên Kurd hene û got: “Dîplomasiya Kudan hatiye dorpêçkirin. Weke tê zanîn dîplomat zû bi zû nayên peydakirin. Jixwe îstîxbarata Fransî beriya demekê di encama komployekê de Endamê KNK’ê Adem Ûzûn girt. Dîsa di komkujiya Parîsê de heval Sakîne kirin hedef.” Karayilan her wiha doza Roj TV ya li Danîmarkayê û hewldanên Almanya û Hollandayê yên ji bo sîxûrkirina ciwanên Kurd weke mînak destnîşan kir.
DAXUYANIYÊN OBAMA TÊRÊ NAKE, BILA DESTEKA SÎXÛRÎ Û TEKNOLOJÎ RAWESTÎNE
Mûrat Karayilan bal kişand ser helwesta Yekitiya Ewropa û Amerîka û got: “YE dibêje em li ser esasê nirxên mirovahî û demokrasiyê damezrane. Lê dema mesele gelê Kurd be ev nirx ji holê radibin.” Karayilan bal kişand ser hevpevîna ku Serokê DYA’yê dabû rojnameya Milliyetê û got: “Nizanim rast wergerandine an na, lê guman heye ku Obama negotiye pirsgirêka terorê” û diyar kir ku tenê ji bo hewldanan li çepikan bixe, ev yek têrê nakeû got: “Di xetimîna pirsgirêka Kurd de rola DYA’yê heye.” Karayilan bang li DYA û Ewropayê jî kir û got: “Ger dewleta Tirk îro dikare li hemberî gelê Kurd şer û terorê pêk bîne, bi xêra wan e. Ger destekê nedin dewleta Tirk dê dest ji tundiyê berde. Ji ber ku nikare bike. Çima? Ji ber ku ez dizanim hêza dewleta Tirk têrênake. Bila DYA alîkariya îstîxbaratî rawestîne,NATO teknolojiyê nede Tirkiyeyê, ka em ê bibînin dê bikare şerê gerîlayan bike an na.”
Mûrat Karayilan got: “Me tu zirarek nedaye DYA û ne jî Ewropayê. Ji ber ku em dozeke civakî dimeşînin. Têkoşîneke xwezayî dimeşînin. “ Karayilan komkujiya Parîsê nirxand û bang li hukûmta Franseyê ya Serokkomar Hollande kir ku komkujiyê di demek kin de aşkere bikin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan got: “Me civîna Komîteya Rêveber a PKK’ê pêkanî. Sê rojan hevalan nîqaş kir. Piştre me civîna Konseya Rêveber a KCK’ê pêk anî. Ew jî çar rojan berdewam kir. Di van civînan de nîqaşên cidî çêbûn. Bi giştî xebatên sala 2012 serkeftî hatin nixandin. Lê kêmasiyên wê jî hene û ew jî hatin tesbîtkirin. Perspektîfa vê salê jî aşkere bû.”
BILA PARLEMENTOYA KOMÎSYONEK AVA BIKE
Mûrat Karayilan da zanîn ku Ocalan dixwaze ne bi şer lê bi aşitiyê pêvajoyê pêş bixe û got: “Dixwaze hin pêngavan biavêje. Lê hukûmeta AKP’ê û Serokê wê Erdogan diaxivin lê di pratîkê de tu pêngavek navêjin. Jixwe fikir û zîhniyta wan neguheriye” û wiha domand: “Rêber Apo dibêje komîsyon ava bikin. Divê komîsyonek bê avakirin û birayra bide. Yanî ew bi xwe tu tiştek nakin û dixwazin em hema bi awayeke yek alî her tiştê bikin.”
DIVÊ PÊNGAVÊN PÊBAWER BÊN AVÊTIN
Karayilan got: “Divê beriya hertiştê ji bo pêşketina pêvajoyê alî ji hev du bawer bikin. Ji ber wê jî divê pêngavên pêbawer bêne avêtin û rêzê ji hev re bigirin. Lê AKP dibêje em şandeya biçe hevdîtinê diyar bikin. BDP’yî jî dibêjin nexêr em ê diyar bikin. Bi ya min BDP mafdar e. Ji ber wê jî ez nêzîkatiya BDP’ê ya bi awayê “bila hevserokên me biçin rast dibînim.”
BI PKK’Ê RE TU HEVDÎTIN NEHATIYE KIRIN
Karayilan di axaftina xwe de diyar kir: “Gelê me, dostên wan û hemû raya gitşî dizane ku dewleta tirk di vê mijarê de bi konseptekê tevdigerin. Bi riya çapemeniyê hewl tê dayîn ku rojevên sanal bê afirandin. Titşekî ku tuneye wekê ku heye nîşan didin. Ev hemû di çarçoveya planekê de li ser armancekê tên kirin. Ez vê aşkere bêjim ku wekê kut ê gotin teqez hevdîtinek tune ye. Hinek dibêjin li Hewlêrê, hinek dibêjin li Ewropayê tê kirin. Heta hinek dibêjin Rêber Apo bi helîkopterê birîne Hewlêrê. Ev hemû derew in. Bila gelê me û hemû rayagiştî bizane ku tiştekî wisa teqez tune û pêk nehatiye.”
Karayilan diyar kir ku hukûmeta Tirk tu hevdîtinek bi wan re nekiriye û da zanîn ku tu daxwazên hevdîtinê jî tune ye. Karayilan got: “Rêber Apo nunertiya me dike û ew têrê dike” û xwest ji bo saziyên peywendîdar bikarin bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin rê bê vekirin.
HIKÛMET PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murata Karayilan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku niha hin tişt hene, lê nayê têgiştin. Minak dibêjen kesên ku bi destê gerîlayan girtine dê nikaribin herin Îmraliyê. Ev çawa dibe? tu dixwazî gerîla dest ji çekan berde, îkna bibe û bi gerîlayan re aştiyê pêk bînî û wiha axivî: “ Lê kesên ku bi destê gerîlayan girtiye tu bi wan re dijmintiyê dikî. Ev çawa dibe? ev nakokiye. Niha herkes divê tiştê rast bizanibe. Behsa hin tiştan tên kirin, lê nakokiyên wisa jî heye. Rastî pêk nayê. Di hişmendiyê te tiştek naguhere.”
Karayilan diyar kir ku ger Tirkiye dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê paradîgmaya xwe biguherîn e. Paradîgmaya wan ew e ku kurdan bi darê zorê asîmîle bikin û wan bikin û wiha pêde çû: “ AKP ser rastiya digre û vî karê birêva dibe. Encax ev nabe. Ger tu dixwazî bi gerîlayan re aştiyê pêk bînî, wê demê tu çima kesên ku bi destê gerîlayan girtine tu wan wekî dijmin dibînî û dibêjî bila neçin Îmraliye. Berovajî vê yekê ger ku ew biçin dê rolek baş bilîzin. Ger ku vana çareseriyek bixwestana dê bi tarzê wisa nêz nebûna. Di vê mijarê de, di helwesta AKP’ê û Dewleta Tirk de nakokî hene. Ji ber wê yî ez di vê bawer de ninim ku AKP û hikûmeta Tirk vê pirsgirêkê çareser bike.”
Karayila wiha got: “Ji bo vê yekê me di tiştan esas digrin, me vana di civînê xwe de jî zelal kiriye. Yekem; me di sala 2012’an de pêngavek bi pêş xist. Ev pêngav bi serkeftî bû, lê nîvî ma. Qim nekir. Hinek tarz hatin astengkirin. Tiştên ku me xwest nehat piratîk kirin. Em ê amedekariyên xwe bikin û di sala 2013’an de berdewam bikin. Di sitratejiya çarçoveya şoreşa gel de ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd di pêvajoyên pêş me de hin tişt dê pêş kevin. A duyem; em ê ji bo rêbazên çareseriyê yên aştiyê û demokrasiyê re jî vekirîbin û em ê pêvajoya ku Rêber Apo li Îmraliyê daye dest pê kirin esas bigrin. Biryara me ew e. em ê li ser van herdû rêbazan xebatên xwe bi meşînin, dê têkoşîna me di vê naverokê de bi pêş keve. Dê xebatên me jî di vê bingehê de bimeşe. Di helwesta dewleta Tirk de çareserî wûya nake. Ger ku gavên cîdî bên avêtin û Rêber Apo jî ji me re peyam bişeyne, em ê wan esas bigrin.”
POLÎTÎKAYA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK
Der barê hikûmeta AKP’ê ku dibêjê hêzên gerîlayan bila derkevin derveyî welat û kadroyên PKK’ê jî dê bi karibin biçin welatêkî din de jî Karayilan axivî û ev tişt got: “Tiştekî wisa tu caran dê çênebe. Bi riya medyayê nûçeyên bi vî rengî derdixin pêş û li hemberî gelê me û tevgera me şerê psîkolojîk dimeşînin. Ev der welatê me ye em ê çima ji welatê xwe derbikevin. Em ji bo vî xaka xwe heta niha gelek êş kişandine û canê xwe dane. Em ewqasa ku ji vê xakê hezdikin kî em divê riyê de gelek şehîd dane û hê jî didin. Em çima welatê xwe terk bikin? Nûçeyên ku di medyayên wan de derdikevin hemû derew in.” Karayilan bi bîr xist ku bi vê yekê dixwazin ku hişê ciwana tevlihev bikin û pêşiya li hemberi tevlibûna wan ê çiya bigirin wiha pêde çû: “Bi van nûçeyan dixwazin ev tişt pêş bixin ‘ji xwe gerîla dê çek berde çima ez derkevim serê çiya’ dikin û dixwazin hişê ciwanan tevlihev bikin û pêşiya tevlibûnê bigirin.”
KES ÇEK DANAYNE
Karayilan bal kişand ser gotinên Erdogan ya ku dibêje wê PKK’ê çekan dane wiha got: “Tu kes çekan danayne. Lê belê ger ku pêvajoyek cîdî pêşbikeve û pêngavên ku bên xwestin bên avêtin em jî dê biryar bigirîn û ger ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve, em jî dê li hemberî vê pêvajoyê vekirîbîn. Em ji bo vê yekê vekirîne. Lê dema ku tiştek li holê nebe, lê wek ku dê niha çêbibe didin xuyakirin. Ev yek derewin, hedefa wê manîpulekirine. Divê ku tu kes ji vê yekê bawer neke. Ger ku tiştek pêş bikeve emê bi gelê xwere parve bikin.”
Karayilan da zanîn ku ez dixwazim ji bo pêvajoya Osloyê hem rexnedayînê hem jî îzahata wê bikin û wiha pêde çû: “ Di wê pêvajoyê de hêzên ku bi me û Tirkiyeyê dinava hewl danên li heva anînê de bûn û şert danîn pêşiya me û ji mere gotin ku divê kesek vê pêvajoyê ji raya giştî re nebêje. Gotîn divê pêvajoya Osloyê veşartî be. Em jî bi vekirî girêdayî vê biryarê bûn. Me jî divê mijarê de tiştek negot. Daxuyanî ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin. Ji ber wê yekê ew pêvajo veşartî hat girtin. Lê belê em ji niha û pêde dixwazin hertişt vekirî bi rêve biçe. Ji ber ku em hêza xwe ji gelê xwe digirin, doza me, doza gelê meye. Li Bakur, Başûr rêxistin hene, emê bi herkesê re parve bikin. Ev meseleya neteweyî ye.Madem misane. Em ji derveyî xwe bi Rêxistinên civaka sivîl, bi partiyan û bi herkesê re parve bikîn. Lê belê niha tiştek li holê tuneye. Niha dibêjin me çek daynin. Berê ji vê yekê re çi digotin. Me çima çek rakirin û emê ji bo çi çekan deynin.? Divê ku dewlet êdî hinek gavan bi avêje û em li bendêne ku dewlet gav bi avêje. Ger ku ev gav bên avêtin dê proje pêş bikevin. Ji derveyî vê yekê divê tu kes bawer neke.”
DIVÊ TEVLIBÛNA MÎTÎNGA STRASBOURGÊ BI HÊZ BE
Karayilan ji bo meş û mitînga Strasbourgê ya ku dê 16’ê Sibatê pêk bêû çalakiyên din ên boneya protestokirina 15’ê Sibatê ev bang kir: “Di vê pêvajoyê de divê komplo bi awyaekî girseyî bê protestokirin. Gelê me yê bakur ji niha de dest bi protestoyên xwe kirine. Dîsa gelê me yên parçeyên din bi heman awayî bertekên xwe nîşan didin. Li hin deran pevçûn pêk hatin. Di pevçûnên li Amedê de ciwanên kurd yê 19 salî Şahîn Omer şehîd ket. Bi vê wesîleyê em ji malbat, gelê kurd û hemû gelê Amedê re sersaxiyê dixwazin. Kesên di van pevçûnan de şehîd dikevin, weke li çiyê şehîd ketine. Dewleta tirk ev ciwanê me bi panzêrê şehîd xistine.
Niha gelê me li hemberî komplogeran dest bi protestoyan kirine. Ez bawer im di 15’ê sibatê de dê berfirehtir be. Gelê me di 15’ê dibatê de dê weke her sal rojiyê bigire û jiyanê rawestîne. Dîsa di 16’ê sibatê de li Strasourgê mîtîng pêk tê. Ev gelek girîng e. Gelê me her sal li vir tê cem hev û dengê xwe bi hemû cîhanê didin bihistin. Ji ber ku ev komployeke navnetewî ye. Di vî alî de wateyên çalakiyan li gorî vê pêk tên. Armanceke din ew e ku komplogeran hevalên me şehîd xistin. Sakîne, Fîdan û Leyla. Di vî alî de divê gelê me tevlibûneke mezin pêk bîne û vê komplo û komkujiyê nelet bike.”