Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, rewşa Êzidxanê, bi giştî Şengalê, rewşa Başûrê Kurdistanê, ji Çira Tv re axivî û bersiv da pirsên Hadî Ilyas.
Mûrat Karayilan destpêkê Cejna civaka Êzidî û Cejna Noelê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, hêvî dikim, ev cejnên wisa pîroz bibin wesîleya aştî, yekîtî û azadiyê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan wiha got, têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê di qonaxeke girîng re derbas dibe. Ev hem ji bo gelê me yê Êzidî, bi giştî Kurdan hemûyan serdemeke girîng e.
FIRSENDÊN GIRÎNG AFIRÎNE, EGER RAST BÊN BIKARANÎN WÊ SERKETINÊN MEZIN BI DEST BIKEVIN
Karayilan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji hemû Êzidiyên li çar aliyên cîhanê re şand û got, "Em hêvî dikin, ku têkoşîna gelê me, di vê qonaxa nû de ber bi encambûnê û çareseriyê ve biçe. Dema mirov li şert û mercên îro li Rojhilata Navîn, şert û mercên Kurdistanê. rewşa têkoşîna gelê Kurdistanê dinêre, têkoşîn ber bi encambûnê ve diçe. Piştî şerê herêmê, wê herêm jinûve were dizaynkirin. Di vê dizayna nû de wê êdî weke berê siyaseta înkarkirina gelê Kurd encam negire. Îro li dijî çeteyên DAIŞ'ê û her cûre paşverûtiyê, di têkoşînê de gelê Kurd faktorekî bingehîn e. Ji ber vê yekê jî ev qonax ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e û firsendên pir girîng tê de hene. Heke siyaseta Kurd rast tevbigere, ji van şert û mercên heyî dikare serketinekê bi dest bixe. Hêvî û baweriya me ev e."
DIVÊ KURD HEMÛ ÊDÎ FÊHM BIKIN KU DEWLETA TIRK Û AKP DOSTÊ KURDAN NÎNIN
Karayilan bal kişand ser berxwedana dijwar a du sal û nîvên dawî ya li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP û MHP'ê tê kirin û got, "Rêber Apo li zindanê li ber xwe de. Hevalên me yên li zindanan li ber xwe didin. Li dijî zilma li kolanên Kurdistanê gelê me li ber xwe dide. Êrişên li ser siyaseta Kurd berfireh bûne. Weke hûn jî dizanin, Hevserokên HDP'ê, parlementer, hevşaredar di zindanê de ne. Dagirkeriya Tirkiyê siyateke qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Dixwaze vê siyasetê li beşên din ên Kurdistanê, Başûr, Rojava û Rojhilat jî bimeşîne. Ev dewleta Tirk a serkêşiya wê Tayîp Erdogan dike, siyaseta xwe li ser esasê dijberiya Kurd dimeşîne. Bi siyaseta dij-Kurd, li Tirkiyê damarê şovenîzmê xurt bike û li ser hîmê şovenîzmê xwe bike desthilatdar. Li hêlekê, dizîtiya xwe derdikeve holê, dizîtiya derûdora wê derdikeve holê. Li hêlekê jî zilmê dike. Bi qanûna rewşa awarte, her tişt xistiye destê xwe wisa bi rêve dibe. Dibîne çiqas dijberiya Kurd bike, wê ewqasî şoven li pişt bisekinin, wê MHP li kêlekê be, wisa wê biçe encamê. Divê vê heqîqetê Kurd hemû bibînin.Bi taybetî jî Kurdên Başûr divê bibînin. Divê Kurdên beşên din ên Kurdistanê hemû bibînin. Dewleta Tirk û AKP ne dostên Kurd in. Li dijî vê faşîzmê berxwedana gelê me jî dewam dike. Bi taybetî di navbera gerîlayê azadiya Kurdistanê û hêzên dewleta Tirk a dagirker de ev du sal û nîv in didome. Ew zêde îdîa dikin, ku wan encam girtiye. Ne wisa ye, gerîla encam digire. Ev sal bi dawî dibe, dema em li encamên salê dinêrin, bîlançoya salê di destê me de heye xuya dike, dagirkeriya Tirkiye binketî ye. Hem li hember gerîla û hem jî li hemberî gelê Kurd binketiye. Di siyaseta xwe ya Rojava û Başûr de jî binketî ye. Dagirkeriya Tirkiyê îro ne serketî ye, têkoşîna azadiya Kurd bingeha meşa serketinê diparêze. Di van şert û mercan de, heke di paşerojê de pêngaveke baş bi rêxistin bike, dikare encamên girîngtir û serketinê bi dest bixe. Em bi van hêviyan dikevin sala nû. Em bawer dikin, sala nû wê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê wê saleke mezin be."
JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI BAŞÛR KOMÎSYONEK DIKARE BÊ AVAKIRIN
Karayilan işaret bi girîngiya cihê Başûrê Kurdistanê di azadiya gelê Kurd de kir û ev nirxandin kir: "Lê belê divê bi siyaseta rast nêzîk bibe, vê erêniyê bike bingeha serketin û girtina encaman. Mixabin ev li Başûr bi temamî pêk nehat, alozî çêbû, bûyerên 16'ê Cotmehê çêbûn. Destketiyên heyî û bilindbûna heyî piraniya xwe ji dest çûn. Ev rewşeke nû ye. Divê mirov rast şîrove bike. Ev demeke jî xwepêşandanên gel pêk tên. Ev jî encameke xwe ya rewşa nû ye. Di nava raya me ya giştî de heke siyaseta Başûr ev pêvajo rast bixwenda û li gorî wê bi siyaseteke nû û rêbazên nû nêzî pêvajoyê bibûya, dibe ku wisa nebûye. Gelê me dikare rewşê fêm bike, heke tu jê re îzah bikî û vekirî bî. Lê na, heke tu her tiştî li gorî xwe binirxînê û ji jor ve bixî biryar û daxî jêr, agahiya kesî tinebe, birçîbûn û xizanî çêbe, aloziya heyî wê kûr bibe. Ev jî dibe encameke nêzîkatiya şaş. Niha wextê ku em vê tînin ziman, ne ku em kesekî tewanbar dikin, yanî; weke ku firsend be em siyaseta Başûr rexne bikin, ne wisa ye. Em dixwazin bibin alîkar. Îro li wir pirsgirêkek heye û em dixwazin ev çareser bibe. Lê belê divê mirov pirsgirêkê rast bibîne û şaşiyan rast tespît bike. Di vê çarçoveyê de pêşniyarên rêveberiya me çêbûn. Em dibêjin, divê ji aliyan hemûyan komîsyonek were sazkirin. Ev komîsyon ji saziyên sivîl û siyasî, ji hemû kes û aliyan, berfireh pêk bê. Divê ev komîsyon platformên çareseriya demokratîk saz bike. Biçe bajaran bi gel re civînan çêke, li daxwazên gel guhdarî bike û li çareyan bigere û bixe biryar. Pêşniyara me ya ji bo çareseriyê ev e. Çareseriya rast ev e. Tu wisa nekî, tu bêjî; êzê bi zor û zextê û bi hêzên ewlekariyê pêşî lê bigirim nabe. Divê siyaseta Kurd di van şert û mercan de wisa nêz be. Mafê gelê me ye xwepêşandan li dar bixe. Divê xirakirin û şewitandinan nebe. Her wiha divê li hember vî gelê çek neyê bikaranîn. Çareseriyeke ku civak pê qanee bibe pêwist e. Daxwazên civakê hene, vala derneketiye kolanan sebebên xwe hene û li holê şaşî hene."
PIRSGIRÊKA SIYASETA BAŞÛR EW E KU NIKARE XWE REXNE BIKE
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku pirsgirêka siyaseta Başûr ew e, ku nikare xwe rexne bike û got, "Wisa dihesibîne, ku rexnedayîn kêmasî ye. Lê na, xwerexnekirin nîşana mezinbûnê ye. Kesekî bi xwe bawer, dikare xwerexne bike, kêmasiyên xwe deyne holê û rastiyê ji xwe re esas bigire. Ev 26 salin desthilatdarî heye û divê were analîzkirin, ji kû giha kû derê. Gel guhertinê dixwaze û divê daxwazên gel bi awayekî rast bên naskirin."
PÊWÎSTIYA CIVAKA ÊZIDÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan li ser rewşa giştî ya civaka Êzidî jî ev nirxandin kir: "Pêwistiya civaka Êzidî bi yekîtiyê heye. Divê bibin yek. Divê seknên cûda nîşan nedin. Dibe ku cûda di her civakê de fikr û ramanên cûda hebin. Lê divê ji bo armancên giştî mirov li hev bicivin. Niha ji bo civaka Êzidî ya pêwist ev e. Divê Êzidî li her derê tifaqa xwe çêkin. Çima cûda cûda û parçe? Divê vê yekê derbas bikin. Divê li her deverê Êzidî rêxistinên xwe ava bikin, wisa wê civaka Êzidî bibe xwedî îrade. Hewcedarî bi îradebûnê heye. Divê xwe bike îrade û xwe li ser derdoran ferz bike. Tenê bi pêşxistina daxwazan pêk nayê. Kes li rondikê çavê kesî nanere. Li Cîhanê îro modernîteya kapîtalst heye û her kes ketiye pey berjewendiyên xwe. Ji bo bi destxistina maf û daxwazên xwe divê civaka Êzidî yekîtiya xwe saz bike, xwe bike hêza têkoşînê û îradeyê. Heke wisa bibe, wê civaka Êzidî karibe hê zêdetir bigihe armancên xwe. Li derve jî ji bo weke ol û bawerî nehêle, tine nebe; ji ber ku li Ewropa û deverên din asîmolasyon zêde pêş dikeve, ji bo wisa nebe ev ji sedî sed pêwist e. Divê xwe komî ser hev bike, rêxistina xwe pêş bixe û rihê têkoşîn û rêxistinê di nava xwe de ava bike.
ŞENGAL NE TENÊ JI BO ÊZIDIYAN, JI BO TEVAHIYA GELÊ KURD GIRÎNG Û PÎROZ E
Bi ya min, Şengal ne tenê Êzidiyên li Şengalê, Şengal tevahiya Êzidiyan eleqedar dike. Ji bo Êzidiyan hemûyan Şengal girîng e. Heke li Şengalê komcivînek çêbibe, îradebûnek pêş bikeve, xweseriyek ava bibe, civaka Êzidî bikaribe xwe bi xwe bi rê ve bibe, parastina xwe hebe, wê li ser Şêxan û giştî Êzidxanê bandora xwe bike. Divê cihekî Êzidiyan ê serbixwe hebe, li her deverê ne di bin bandora xelkê de bin, ne di bin bandora Misilmanan de bin, çarenûsa wan ne di destê xelkên din de be, divê qedera wan di destê wan de be. Belkî li Rûsya û Ewropayê nikaribin, lê li Şengalê dikarin. Ji ber vê yekê li Şengalê weke beriya niha min gotî, yekîtî û siyaseteke rast pêwist e. Ya din jî Şengal ji bo Êzidiyan hemûyan roleke xwe ya girîng heye, ji ber ku Êzidxan e. Ne wisa çiyayekî ji rêzê ye. Di dîrokê de cihê ku Ezdayetiyê xwe lê parastî ew der e. Ji ber vê yekê wateyeke xwe ya pîroz heye. Ji bo me û tevahî gelê Kurd û bi taybetî tevgera me, Şengal xwedî girîngî ye û me jî eleqedar dike. Ji ber ku Şengal temsîleke, temsîla bav û kalan e. Divê Şengal bi bawerî û nasnameya xwe bikaribe xwe temsîl bike û li ser piyan bihêle, Şengal ne tenê ji bo Êzidiyan ji bo Kurdan hemûyan girîngiya xwe heye û pîroz e."
SEROK APO OLA ÊZIDIYATIYÊ PIR GIRÎNG DIBÎNE
Karayilan anî ziman ku tişta wan kiriye, ji kesî re nakin minet û got, "Serok Apo felsefeyeke nû li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş dixe. Serok Apo dixwaze nirxên li Rojhilata Navîn xurt bike û bi roja me ya îro re bike yek. Ji ber ku Rojhilata Navîn navenda şaristaniya mirovahiyê ye. Lê îro bindeste û tê pelixandin. Ji ber vê yekê Serok Apo girîngiyeke mezin dide nirx û baweriya gelan. Bi taybetî ola Ezdayetiyê ji bo Kurdistanê, Serokatî pir girîng dibîne. Bi sedê caran, beriya dehê salan ez dizanim, Serok Apo li ser Êzidiyan û bi taybet li ser Şengalê şîrove kirine. Serok Apo bi awayekî taybet nêzî civaka Êzidî dibe. Em jî bi çanda Serok Apo mezinbûne û bûne tevger. Serok Apo ola Ezdayetiyê weke nirxekî were parastin dibîne, ola herî kevin û rêxistinkirî û bi rûmet dibîne, wisa dibîne û divê bê parastin. Taybet e weke kulîlkeke Kurdistanê divê hebe, Serok Apo wisa lê dinêre. Ji ber vê yekê gelek caran talîmat daye ku rêxistin hay ji Êzidiyan hebe û Şengalê biparêze. Bi taybetî beriya fermana 73'yan, 2-3 sal berê talîmat dan. Me jî hîs kir, ku xeterî heye û me hewl da hinek hêzê bixin Şengalê, lê belê rê nedan me. Me ji her kesî re got; bi taybet ên li wir desthilatdar, me got, em jî dixwazin werin wir, vaye xeter heye, bi taybetî piştî DAIŞ'ê Mûsil girt, me pêşniyar kir. Me ev pêşniyar li PDK û YNK'ê jî kir. Her yek ji wan bi rengekî bersiv dan û rê nedan em biçin. Me jî bi dizî komek heval şand."
YBŞ Û YJŞ HÊZEKE HÊJA Û PÎROZ IN KU BI TI HÊZÊ VE NE GIRÊDAYÎ NE, BI SERÊ XWE NE
Karayilan işaret bi rastî û rola Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) kir û di vê der heqê de wiha axivî: "YBŞ, di dema fermanê de ji aliyê ciwanên ku li gel me şer kirin ve hate avakirin. Di nava dorpêçê de û di şer de YBŞ xwe ava kirin. YBŞ ji bo pereyan çênebûye. YBŞ neçûye Hewlêr û Bexdayê pere nexwestiye ji bo avakirina hêzeke leşkerî. YBŞ li nava şer, ji aliyê ciwanên ku dixwazin li hemberî zilma DAÎŞ'ê şer bikin, tola dê û bavê xwe rakin, tola xwişkên xwe û civaka Êzidî rake, hate avakirin. Dûre YJŞ ava bû. Ev tiştekî pir pîroz e. Rêxistineke wisa di hundirê şer de çêbibe tiştekî pir hêja ye. Ne ji bo pereyan çêbûye. Ji bo parastina milet, ji bo bîr û baweriya xwe bi awayekî azad bijî, ji bo dawîkirina fermanê ava bû. Ne bi PKK'ê ve girêdayî ye. Me alîkarî kir ji bo ciwan, keç û xortên Êzidî fêrî şer bibin. Em bawer dikin ku divê civaka Êzidî xwedî hêza parastin û rêveberiyê be. Me xwest ku civaka Êzidî xwe bi xwe biparêze. Me ew ciwan di nava şer de perwerde kir. Ew keç îro ji bo hilanîna tola xwişkên xwe, weke keçên Êzidî yên bi şeref, weke şopdarên Binevş Agal (Bêrîvan) îro rahiştin çekê. Ev ji bo her kesên Êzidî cihê serbilindiyê ye. Me xwest civaka Êzidî bibe îrade. Ji bo vê pêwîste Êzidî beriya her tiştî karibe xwe biparêze. Me di vî warî de alîkarî kir. Bi îdeolojiya Rêber Apo mirovê her zehîf dikare bibe xwedî îrade û hêz. Ne ji bo pereyan, ji bo rûmet û baweriyê dikare bibe mirovek fedayî. Me xwest vê yekê li Şengalê di nava ciwanên Êzidî de biafirînin. Em bextewarin ku niha YBŞ heye û niha şer dike, bi xwe bi biryara xwe dimeşin. Bi me ve ne girêdayî ne. Ew xwe bi xwe birêve dibin. Rêber Apo ji bo xwe Rêber dibînin. Ev mafê wan e. Rêber Apo paradîgmayek ji bo tevahiya cîhanê afirandiye. Her kes dikare li ser bîr û baweriya Rêber Apo xwe birêxistin bike, ji bo xwe Rêber bibîne. Her kes, hemû gel dikare Rêber Apo ji bo xwe rêber bibîne. Ev mafê her kesî ye, mafê ciwanên Şengalê ye jî. Ciwanên Êzidî êdî dikarin xwe biparêzin, xwe bi rê ve bibin. Ev tiştekî baş e. Kiryarên PKK'ê Êzidî xurt kir. Êzidî ne tenê ji fermanê parast. Di heman demê de destê Êzidiyan xurt kir. Êzidî êdî xwedî bername ye. Li gorî paradîgmaya Rêber Apo divê Şengal xweser be, civaka me ya Êzidî xwe birêve bibe."
YA KU EM JI BO CIVAKA ÊZIDÎ DIXWAZIN, XWEPARASTIN Û XWERÊVEBERÎ YE
Karayilan da xuyakirin ku tişta ew ji bo civaka Êzidî difikire ew e ku careke din ferman lê ranebe û got, "Em dixwazin civaka me ya Êzidî xwe bike hêz, bike hêza parastinê, bike hêza rêveberiyê. Me alîkarî kir, me fêrî şer kir, ji aliyê fikir û raman ve me hinekî piştevanî kir. Lê divê civak bi xwe têra xwe bike, bi xwe karibe xwe biparêze. YBŞ tenê têrê nake, divê tevahiya civaka Êzidî bibe yek û xwe bike îrade. Ji bo careke din ferman lê ranebe. Divê hêza xwe ya parastinê hebe û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Paradîgmaya Rêber Apo neteweya demokratîk e. Wateya vê; hemû bawerî, ol, mezheb, gel, çand hemû bi hev re weke bira bijîn. Bi vê paradîgmayê xurtkirina stratejiya Êzidiyatiyê ye. Tişta Rêber Apo pêşkêş dike ew e ku Êzidiyatî xwe xurt bike. Bi paradîgmaya nû hem li hundir hem jî li derdorê xwe birêxistin bike."
TIŞTA KU PKK JI BO ÊZIDIYAN DIXWAZE...
Karayilan li ser daxwaza PKK'ê ya ji bo Şengalê jî wiha axivî: "Tişta ji bo Şengalê pêwîst e, di qanûnên Iraqê de heye. Dikarim vê bêjim. PKK çi dixwaze ji bo Êzidiyan? Divê her kesê Êzidî vê zanibe. PKK dixwaze hemû Êzidî bibe yek, bibe hêz û li Şengalê, Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibe. Meclîsên wan hene, meclîs qeymeqam hilbijêre. Hêza xwe ya xweparastinê hebe. PKK vê dixwaze. PKK ji bo Êzidiyan dixwaze, ji bo xwe tiştekî naxwaze. PKK negotiye ez ê li wir bibim desthilatdar. PKK negotiye ev ji bo min. Tiştê PKK dibêje manewî ye, tiştekî neteweyî û însanî ye. PKK diwaze civaka Êzidî careke din ferman lê ranebe, azad bijî, wekhev be. Jina Êzidî êdî azad û serbixwe be. Di nava civaka Êzidî de sîstema demokratîk ava bibe. Civaka Êzidî xwe bike civakeke azad, wekhev û demokratîk ku ji aliyê parastin û aboriyê û rêveberiyê ve têra xwe bike. Tişta em ji bo Şengalê ji bo Êzidiyan dixwazin ev e. Li gorÎîme divê hemû cemaet bibe yek. Fermandariyeke hevbeş çêbibe. Hemû partî bibin yek. Ji bo karibe xwe birêve bibe, divê Şengal bê parastin. Divê parazgeh be, li gorî qanûnên Iraqê civaka me ya Êzidî li Şengalê û derdora Şengalê, Şêxan jî di nav de karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Û bi hikumeta navendî ya federal ve girêdayî be. Em dibêjin divê Êzidî hemû partiyên xwe bikin yek û ji bo xweseriyê pêşniyarên xwe bikin. Bi Iraqê re di vê çarçoveyê de di nava têkiliyê de bin û mafên xwe bigirin. Weke PKK, PDK, YNK, Goran, Komela, Yekgirtû divê em piştevaniya vê bikin."
EGER HÊZÊN BAŞÛR PÊŞNIYARÊN ME YÊN BERÎ 2 SALAN QEBÛL BIKIRA, ŞENGAL ÎRO XWESER BÛ
Karayilan bi bîr xist ku wan beriya du salan xweserî ji bo Şengalê pêşniyar kirin, lê belê hêzên li Başûr desthilatdar li ber vê rabûn û destnîşan kir ku eger ev pêşniyara wan bihata qebûlkirin Şengal niha xweser bû û Iraqê jî ev qebûl bikira. Karayilan got, "Lê qebûl nekirin û niha ew çûn. Em dixwazin Şengal karibe xwe birêve bibe. Divê rêzdar, rêveberên Êzidî, yên olî, Baba Şêx û siyasetmedar rast bixwînin û li ser vê yek bin, ku em jî piştevaniya wan bikin. Ne tenê em, hemû Kurd piştevaniya wan bikin."