Karayilan: Divê gelê Kurd bêje 'NA'

Karaylian: Gelê Kurd helwesta xwe zelal kir û divê hîn jî zelal bibe. Ez dibêjim gelê Kurd, yên ku heta niha dengê xwe dane AKP'ê, daye kê dibe bila bibe, yanî her Kurdek û her demokratek divê bêje NA.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê û got, "Niha li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve kaos heye. Kaosa aborî heye, ya sîstemî heye, ya rêvebirinê heye, ya dîplomatîk heye, bi her cîranan re heye, bi her kesî re di krîzê de ye. Ew rast e. Lê belê ev herî zêde di siyaseta wan a li Sûriyeyê û ya li Rojava xwe da rû. Niha li wir bi temamî li bin ketiye. Kesî li wan guhdarî nekir. Ewqasî Tirkiye kirin bazarê, adeta xwestin bifiroşin, lê ti kesî ew nekirî."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê:

Tevî hemû zext û astengiyan jî Newroz li Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin. Hûn tevlîbûna îsal a li Newrozê çawa dinirxînin?

Gelê Kurdistanê çawa Newrozê pîroz kir û pêşwazî kir, me temaşe kir. Yê ku Newroz anî vê astê û di vê de ked dayî Rêber Apo ye û şehîdên me ne. Ji ber ku berê Newroz wisa nedihat pîrozkirin. Rast e di dîroka gelê Kurdistanê de cihekî giranbuha yê Newrozê heye. Lê belê bi vê astê, moral û enerjiyê nedihat pêşwazîkirin. Ev yek ji aliyê Rêber Apo ve hat afirandin. Di destpêkê de Rêber Apo, berî vê bi 44 salan dema ku biryar girt êdî dest bi xebata komê bike, koma yekem roja Newrozê li Enqereyê li bendava Çûbûkê kom kir û kom li wir eşkere kir. 

Bi vî rengî dest bi xebata şoreşgerî kir. Ji wê çaxê heta niha jî Rêber Apo hemû pêngavên girîng, îlanên girîng roja Newrozê bi rêxistin kir. Yanî Newroz ji bo me her tim bû destpêkek nû, rojek nû. Hevrê Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe ya mezin ev yek xist meriyetê. Bi kurtasî yê ku Newroz gihand vê astê û yê herî zêde xwedî ked Rêber Apo ye. Û ez careke din Cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim, dilsozî û silavên xwe pêşkêş dikim. Di heman demê de Newroza tevahî girtiyên azadiyê pîroz dikim. Ew jî dîrokek e. Girtiyên azadiyê, berxwedana wan ya ji Mazlûm Doganan heta roja îro berdewam e û dîrokek e. Niha jî em dibihîzin li Şakran û li wekî din hin girtîgehan hevrê di grevê de ne. 

Em cejna wan, cejna tevahiya girtiyên azadiyê bi dil û can pîroz dikin. Wekî din, cejna gelê me, cejna hemû gelên bi vê rojê bawer dikin em pîroz dikin. Cejna tevahiya gerîlayên azadiya Kurdistanê em careke din pîroz dikin û ji bo wa di sala nû de serketinê dixwazin. Weke me got, ev roj bi berxwedana şehîdan çêbûye. Yanî hevrê Mazlûm Dogan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Zekiye Alkan, yanî agirê Newrozê bi lehengî û fedayî hate geşkirin. Di şexsê van lehengan de ez tevahiya şehîdên şoreşê bibîr tînim, soza me daye wan careke din dubare dikim. Weke tê zanîn dagirkeriya Tirkiyeyê li hemberî şoreşa me gihîşt konsepteke nû. 

Li ser esasê wê konseptê tifaqa AKP-MHP-Ergenekon hat kirin. Û ev du sal in li ser Kurdistanê êrîşek heye. Ev êrîş bêguman li girtîgeha Îmraliyê dest pê kir. Yanî tecrîda li Îmraliyê û îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê ji xwe rengê xwe dide demê. Yanî çawa? Li wir çi dibe, wan tiştan li Kurdistanê jî tê belavkirin. Û niha li gelek zîndanên Tirkiyeyê de, li Kurdistanê ew sîstema Îmraliyê belav dikin. Yanî ev rejîma AKP'ê û MHP'ê li Kurdistanê ji bo encamê bigire zilmek mezin meşand. Û nêzî du sal in bi êrîşek li ser hemû nirxên me, siyasetmedarên Kurd, niha parlamenterên Kurd, hevşaredar di zîndana de ne. Nêzî 10 hezar kes girtî ne. Armanca wan vî gelî bêdeng bikin, teslîm bigirin. Çong li erdê bikin. Plana 'Têkbirinê' ev bû. Lê îro li Newrozê, yanî di serî de li Amedê, Cizîr, Gever, Wan heta Dersîmê li her devera ku Newroz lê çêbû, Stenbol, Îzmîr gelê Kurd û kesên demokratîkxwaz bi rastî helwestek danîn. Û eşkere kirin ku ev plana dewleta AKP'ê a çong erdêkirinê vala derketiye. 

Ew plana, çongê xwe ket erdê. Bi rastî jî gelê me careke din helwesta xwe nîşan da. Û em tevahî gelê me yê bi israr û bi biryar li xwe xwedî derdikeve silav dikin. Ji bo çalakiya wan a hêja û pîroz em wan pîroz dikin. Yanî mirov dikarin gelek şîroveyan li ser Newrozê bikin, lê belê ev derketina Newroza 2017'an, piştî ewqas zilmê derketina Bakurê Kurdistanê pir bi wate ye. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê, li Ewropa Kurdên li Ewropa, Kurdên li derveyî welat, li Kanada, li Japonyayê li her derê Newroz bi eşqekê hat pêşwazîkirin. Peyam da. Ji ber ku lîstok li ser Kurdistanê hene. Neyar dixwazin li Kurdistanê dek û dolaban bigerîne, şerê Kurd derxîne. Li hemberî vê jî wisa peyam hatin dayîn. Peyam ji bo Şengalê hat dayîn, peyam ji bo rêxistinên Rêya xwe şaş kiriye hate dayîn. Yanî di vê Newrozê de gelê Kurd helwesta xwe danî. Divê her kes ji helwesta gelê me encama pêwîst derxîne. Em jî, yên li derveyî me jî, hatta dagirkeriya li ser Kurdistanê jî divê encamê jê derxîne. Yanî ev gel bi zilmê çongê bernade erdê. Weke Mehmet Tûnç gotiye, ji kesî re stuyê xwe xwar nake. Ev yek careke din eşkere bû. Car din ev gel weke berê 'biçe ji hinekan pere bigire, koman çê bike, bi van koman şerê hundirîn bike' êdî gelê Kurd vê qebûl nake, ranake. Ev peyam jî da. Yanî kurtasî ez dibêjim, peyamên ji bo hundir û derve yên girîng bûn. Peyamên Newrozê.

Em dikarin bêjin peyamek bû ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî? Ji ber ku heta roja Newrozê jî binçavî û girtin hebû û ji bo Newrozeke wisa bi coş neyê kirin dek û dolab hatin zîvirandin. Yanî mirov dikarin weke peyameke di vî warî de bibînin?

Bêguman. Niha ji bo Newroz bi vê astê neyê pêşwazîkirin AKP'ê, polîsên AKP'ê pir astengî derxistin, pir lîstok lîstin. Ez bêjim; wan hêvî nedikir wê wisa bibe. Yanî bi vî awayî texmîn bikira belkî hîn zêde şîdeta xwe zêde bikira. Te dît li hin cihan destûr dan, wê qet destûr nedabûya. Yanî wan digot, belkî pir kes newêribe were. Mesela li Amedê, ji navçeyê heta qada Newrozê li her cihan lêgerîn heye. Li Geverê, piştî ewqasî zext û zordariyê nikarîbûn gel rawestîne, êdî êrîş li ser qada Newrozê dike. Yanî xweranegirtina xwe cih bi cih nîşan dan. Bi kurtasî, tevî zilma 2 salan û tevî astengiyên ji bo pêşî li beşdariya Newrozê bigirin, wisa beşdarbûn çêbûye. Ji ber vê bi wate ye. Bêguman ev di heman demê de destnîşan dike ku wê gelê Kurd di vê referandûmê de bêje çi. Yanî gelê Kurd helwesta xwe zelal kir û divê hîn jî zelal bibe. Ez dibêjim gelê Kurd, yên ku heta niha dengê xwe dane AKP'ê, daye kê dibe bila bibe yanî her Kurdek di vê demê de û her demokratek divê bêje NA. Çima? Eger bêje 'erê', tu ji zilma AKP û MHP'ê ya li ser Kurdistanê re dibêje erê. Yanî tu xerakirina bajarê Cizîrê, jêrzemînan, xerakirina Sûrê, ya Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Geverê re dibêje erê. Ji xwe AKP'ê niha çawa kiriye? AKP'ê wer kiriye ku weke bi PKK'ê re ketiye pêşbirkê. Yanî mîna ku li dijî me çêdike. Û wisa ye jî. Yanî ku yek bêje erê, bi van kiryarên MHP û AKP'ê yên li Kurdistanê re dibe şirîk. Her kesê xwedî wijdan, li hemberî vê zilmê xwedî helwest divê bêje NA. Her kesê ku naxwaze ev zilm bimeşe, şer geş bibe, bêguman wê bêje NA. Yanî mirov dikare bêje, ev helwesta gel a Newrozê di heman demê de di referandûmê de jî wê çawa helwestê nîşan bide, destnîşan dike.

Artêşa Tirk li her devera gerîla lê ye hewl dide operasyonên bejahî pêk bîne. Bi giranî li Amed, Dersîm, Mêrdîn hê operasyon dewam dikin. Hûn van operasyonan çawa dinirxînin? Ev operasyon çima ewqasî zêde kirine?

Weke ku hûn dizanin Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soysûz (bê esîl) got ku 'di Adar û Nîsanê de wê kesek navê PKK'ê neyne ser zimanê xwe'. Ango 'em ê PKK'ê tasfiye bikin'. Wan wisa dihesiband; wê li bakur operasyonan bikin, gerîla li ku derê bibîne wê tasfiye bikin. Hinek teknîk di destê wan de heye. Di wexta xwe de bi esasî Amerîkayê ev teknîk da wan. Dûre hinek ji Îsraîlê girtin. Niha formul ji wan dizîne bi xwe jî çêdikin hinekî. Bi wê teknîkê bawer dikir. Û wan hesab dikir ku wê di zivistanê de derbên cidî li gerîla bixin. Wekî din dest li Rojava werdan. Wan hesab dikir ku wê li Rojava karibin xwe bi hêz bikin û têkiliyên şoreşa Rojava yên bi derve re qut bikin. Û weke dema komploya navdewletî her kesî li hemberî me, li hemberî Şoreşa Azadiya Kurdistanê bikin xwedî helwest. Hem şoreşa Rojava bixeniqînin û hem jî wisa dorpêçekê jî çêbikin. Hesabê wan wisa bû, ew hesab jî li bin ket. Vaye niha şoreşa Rojava di hemleyê de ye û Federasyona Bakurê Sûriyeyê êdî wê bibe heqîqetek. Û dewleta Tirkiyeyê hem di warê leşkerî de, hem di warê dîplomatîk de ti encam negirt. Geh xwe avêt Rûsyayê, geh xwe avêt Amerîkayê, serî li her rê da, lê encam negirt.

Mirov dikarin bêjin di nava kaosekê de ye?

Niha li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve kaos heye. Kaosa aborî heye, ya sîstemî heye, ya rêvebirinê heye, ya dîplomatîk heye, bi her cîranan re heye, bi her kesî re di krîzê de ye. Ew rast e. Lê belê ev herî zêde di siyaseta wan a li Sûriyeyê û ya li Rojava xwe da rû. Niha li wir bi temamî li bin ketiye. Kesî li wan guhdarî nekir. Ewqasî Tirkiye kirin bazarê, adeta xwestin bifiroşin, lê ti kesî ew nekirî. Mirov dikarin wisa bêjin. Wekî din li ser başûr jî pir hesabên wan hebûn. Li gorî hesabê wan, wê PDK'ê jî têxin şer, li Şengalê operasyonê bikin, wê li her derê şerê Kurd bi Kurd derxîne, li bakur qoriciyan aktîf bikin, yanî hesabê wan hemû wisa bû. Bi vê dixwestin bi biharê re êdî biçin encamekê. Niha her tişt li ber çav e. Dewleta Tirk operasyonên xwe yên li Rojava, yên li Başûr jî û yê li Bakur jî pêk anî. Lê belê ti encam bi dest nexist. Yanî mirov dikarin vê bêjin. Lewma bi rastî bihara 2017'an di nava şert û mercên nû de dest pê dibe. Newroza 2017'an di vê maneyê de pir bi wate ye. Di vê zivistanê de bi rastî jî operasyon pir zêde kirin. Me hîn ji hemû deran agahiyên misoger negirtine. Lê belê li gorî ew didin çapemeniyê, li gorî hin agahiyên me girtine, em dizanin operasyonên wan bi piranî li bin ketine. Encam negirtiye. Mesele yê li Dersîmê, li Amedê zivistanê çiqas car operasyon kirin. Niha yê herî dawî dibêjin 'me hinek encam girtiye'. Hinek hejmaran didin. Kuştiyên xwe jî da, kuştiyên xwe bêguman hindik didin. Yanî mesela Yuzbaşî, Çawiş bi tena xwe namirin. Eger Yuzbaşî mirî ye wê çaxê pir esker jî pê re mirin e. Mirov vê fêhm dike. Lê, windahiyên me çiqase bi rastî, em niha nizanin. Lê belê hejmara ji aliyê wan ve hatiye dayîn jî binketina wan nîşan dide. Yanî ji wan hebû ku wê encameke mezin bigirin.

Di destpêka operasyonê de gelek pesnê operasyonan dan û xistin rojevê. Di dawiyê de hinekî bêdengî jî çêbûye..

Erê. Niha ew dibêjin 'Ti caran di dîroka me de zivistanê ewqasî operasyon nebû. Me ev kir'. Ev rast e. Wekî din, ji bo operasyonên li eyaleta Amedê meşandin gotin 'operasyona herî mezin a salên dawî ye'. Ev jî rast e. Yanî bi rastî jî artêşa Tirkiyeyê di vê zivistanê de gelek operasyon kir. Hem operasyonên bajaran zehf kirin, hem jî li çiya. Hem jî êrîşên hewayî. Bi rastî jî dixebitîn. Mirov di vî warî de divê heqê wan nexwin. Lê encam negirtine. Ji ber ku tedbîrên şoreşê jî hene. Tecrûbeya gerîla heye. Piraniya hewldanên wan pûç bûn. Di vê xusûsê de, weke min got, belkî baş agahiyên me nîne lê em dizanin encameke weke ew dixwazin nîne. Mesela di operasyonên Botanê de bi temamî li bin ketin. Yên li ser Dersîmê bi temamî li bin ketin. Li Mêrdînê windahiyên me çêbûn. 

Yanî ev destpêka biharê, yanî ji bo xebatên gel, hinek xebat em bêjin, xebatên gel bêguman girîng e, lê ji bo hinek xebatan hevalên di asta eyaletê de wisa derkevin. Ev pir zêde germahî ye, jinedîtî hatina dijmin e, dijmin biçûk hesibandin e. Ji ber cihê wisa hinek valahî çêbû. Belkî jî tesadufen ew heval lê rast hatin, wisa pêk hatiye. Lê wekî din, bi giştî mirov dikarin bêjin operasyonên wan li bin ketin. Yanî hem ên li derveyî Bakurê Kurdistanê, hem yên li nava Bakurê Kurdistanê. Tiştê herî girîng operasyonên wan ên li ser civakê bû. Ewqas siyasetmedar girtin, lê vaye di Newrozê de hat eşkerekirin ku encama xwe ji bo wan nîne. Ji ber vê yekê bi rastî sala em tê de ne ji bo me saleke girîng e. Newroza 2017'an destpêkek girîng e. Vaye gelê me helwestek danî û em weke gerîla, weke kadroyên vê şoreşê, nabe em tenê bi pîrozbahiya gel şa bibin û bes bibînin. Na. Ev helwesta gel çi ji me dixwaze? Heta niha ji hêviyên Serokatî re em tam nebûne bersiv. Tiştê girîng ew e ku israra me heye. Em israr dikin ku di çarçoveya perspektîfê Serok Apo de em ji hêviyên Serokatî, gelê xwe û yên şehîdan re bibin bersiv. Ev israr îro hîn zêde xurt e. Dixwazim vê bêjim. Israra me di vî warî de, ya tevahiya hevalan hîn zêde xurt e. Ya girîng, planên dijmin encam negirtin û me hêza xwe parast. Li Rojava, em bêjin li Şengalê hemleyên pêwîst di rojevê de ne. Û wisa şoreş êdî li Bakur jî dikare bikeve nava tevgerê. Rojhilat jî lêhûrbûnek xwe heye. Yanî Rojhilat jî amadekarî û lêhûrbûna xwe heye. Bi kurtasî tevgera me niha li ser xwe ye û di vê biharê de dikare hîn zêde gavên girîng bavêje.

Tê gotin di nava 4 salan de projeya profesyonelbûna gerîla gihîştiye asta herî bilind. Di nava van 4 salan de pêşketinên gerîla çi ne û pêwîste gerîlayên serdemî çawa tevbigerin? 

Ev mijarek girîng e. Berî wê ez vê bêjim. Me di destpêka vê mehê de civîna Konseya Fermandaran a HPG'ê lidar xist. Û me hem pratîka sala bihurî pir berfireh şîrove kir, encamên divê jê bê derxistin hatin tespîtkirin. Û hem jî me plansaziya salê û vesazkirina salê amade kir. Yanî niha em di aliyê perspektîf de, di aliyê plansaziyê de, di aliyê vesazkirinê de êdî amade ne. Yanî bi rastî civîna Konseya Fermandariyê pir cewherî nîqaş kirin û biryarên pir girîng girtin. 

Divê gerîlayên sedsala 21. xwe nû bike. Êdî şêwazî klasîk biterikîne. Dijmin jî li hemberî me bi îstîxbarat, bi teknîk û bi şerê psîkolojîk şer dike. Li gorî vê divê em amadekariyên xwe bikin. Yanî biryar hat girtin, ku divê gerîla bibe gerîlayekî modern, profesyonel be, bi temamî xwe nûjen bike. Hîn 4 sal berê projeya jinûve avakirinê ket rojeva me. Ev proje, bi van nîqaş û bi vê perspektîfê êdî dibe ku bi dawî bibe. Akademiyên Apollo 12 Şaxên xwe perwerde bi serketî qedand. Ji vana 6 ên îdeolojîk û fermandariyê ne, 6 jî yên teknîk in. Ev niha qediyan. Û vana hemû li ser vê perspektîfê perwerde dîtin. Em dixwazin wisa di nava gerîla de guhertineke bingehîn, nûkirina performansê bi pêş bixin. Di vê der heqê de mirov dikarin bêjin gerîla wisa guhertinekê dijî. Niha em vê weke mijarek pir girîng digirin dest. Çima? Di sedsala 21. de teknolojî pir bi pêş ketiye. Mînak, di balafirên keşfê de roket hene. Şer êdî bi qasî li erdê diqewime, ewqasî li hewa diqewime. Li gorî vê yekê divê gerîla jî di şêwazê tevgera xwe, rêxistiniya xwe, cih û wargirtina xwe de û di şêwazê bikaranîna teknîkê de guhertinê çêbike. Bêguman ev hat destnîşankirin, ku teknîka herî mezin mirov e. Felsefeya Rêber Apo ev bi me da fêhmkirin. Însanê Apoyî, fedayî û însanê afirîner dikare her tiştî bike. Bi dewlemendiya taktîkan dikare hemû teknîkê vala derxîne. Lê belê teknîk jî car din roleke xwe heye. Ev hemû hatin destnîşankirin. Akademiya me li ser vê esasî bi dawî bû. Û di wir de biryar hatin girtin. Êdî ji vir û pê ve, mesela ew sîstema li herêma medya heye; tabûr e, nizanim alay in, nizanim cephe ne, ev hatin rakirin.

Yanî bi giştî guhertinên nû çêbûne?

Pir guhertinên nû çêbûn. Di sîstema me de êdî taxim esas e, tîm esas e. Û tîmê biçûk em dibêjin. Yanî tîmê biçûk 2 kes an 3 kes. Tîm 4-5-6 kes in. Taxim jî li gorî wê 2 tîm in. Yanî em wisa dikin; hêz hîn zêde biçûk dikin, lê bê xwestin karibe mesela 20 taxim werin gel hev û çalakiyekê mezin bikin. Di van xusûsan de me 10 xal destnîşan kirine, 10 xal. Ev 10 xal formula gerîlayên modern, profesyonel e. Ev 10 xal nebin, nabe. Çi ne ev? Yekem; Fermandarî. Divê li gorî demê rol bilîze. Ruhê xwe sekna xwe li gorî demê be. Demê rast bixwîne. Ya din; gerîla. Her gerîla divê leşkerê profesyonel be. Ya din; Şêwazê gerîla êdî divê dîsîplîna xwe ya cewherî hebe, disîplîna xwe ya kûr hebe. Û kamûflaja xwe zirav hebe. Yanî bi rêbazên klasîk û weke berê, yan jî qaba êdî nabe. Ya din; nûkirina sîstemê. Weke ku min gava din destnîşan kir. Sîstema xwe nû kir. Niha em wisa li ew ê nanêrin. Yanî; 'em ê komê biçûk bikin û wisa teknîka dijmin vala derxîne'. Em tenê wisa nabêjin. Na. 

Bi dizîbûn, bi kûr nêz bûn, ku hat xwestin biçûk bûn û mezin bûn em karibin çêbikin. Yanî rêbaza tevgerkirinê her rengî be. Divê gerîla weke cin be, xeyalet be. Berê, Rêber Apo hê di kongreya 5. de behsa Taximê Firtina kir. Niha careke din ev pêwîst e. Taxê Firtina, Tîmê Firtina pêwîst e. Divê li gorî vê tevgerî hebe. Û em tenê ne li çiya, li bajar jî, li deştê jî, li metropolê jî yanî wisa hevsengiyek di nava qadên şer de çêbibe. Di van hemû xusûsan de tiştên nû hene. Taktîk, perspektîfeke nû heye. Divê hemû heval xwe li gorî vê amade bike. Ev wê di dema pêş de bigihêje hemû yekîneyan jî. Û em bi vê dixwazin di meşa Azadkirina Rêber Apo û Azadkirina Kurdistanê de serketinê teqez bikin. Serketin misoger be. Ketina dijmin misoger be. Bi taybetî li hemberî şerê psîkolojîk, li hemberî teknîkê, li hemberî îstîxbarata dijmin bi zanebûn tevgerî pir pir girîng e. 

Em di vê salê de xwedî îdîa ne. Yanî lîstokên AKP'ê, ku nizanim; hinek rêxistinên Kurd derxîne pêş, hinek cerdevanan geş bikin, derxînin pêş. Ev encam nagirin. 

Qoricî berê jî hatibûn ceribandin...

Bêguman. Berê jî hatibûn ceribandin. Ev encamê nagirin. Em dixwazin bi rastî gerîlayên ku karibin encamê bigirin, bimeşe ji bo serketinê, ava bikin. Lazim em vê ji bîr nekin. Ev sala ku bi Newrozê dest pê bû, ji bo pêşeroj tevgera me, pêşeroja Serokatiya me, pêşeroja gelê me, heta ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja gelên Sûriyeyê û gelên herêmê Pir pir girîng e. Eger li hemberî vê êrîşkerî û dagirkeriya Tirkiyeyê gerîla weke tê xwestin tevbigere û vala derxîne wê şoreş li her derê pêş bikeve û deriyê şoreşa Rojhilata Navîn vebe. Ji ber wê ev pir girîng e. Ha tu yê bêje 'her tişt gerîla  diyar dike?' Dibe ku sekna gel û wekî din, faktorên din jî hene. Lê niha îro gerîla serkêşiyê dike. Gerîla di dîlanê de ye. Eger gerîla bi vê rolê rabe, êdî faktorên din jî wê bikevin dewrê, wisa şoreşa herêmî êdî wê bi rê bikeve. Ji ber vê ev meş meşeke dîrokî û girîng e. Divê hemû kesên bi berpirsyar hîn zêde bi baldarî tevbigerin. Hemû welatparêz, hemû gelê me, hemû dostên me, heqîqeta vê serdemê berçav bidin, li gorî wê bi berpirsyarî tevbigerin. Vaya bi Newrozê re gelê me dest pê kir. Yanî weke start dest pê kir. Gerîla jî û hemû xebatkar jî bêguman divê hîn kûr li ser demê rawestin, demê bi teqez bikin dema serketinê.