Karasu: Tevgera Azadiyê şerê herî mezin ê manûnemanê yê dîrokê wê bike

Şerê Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk hatiye qonaxeke nû. Tevgera Azadiya Kurd li dijî vî şerî şerê herî mezin ê manûnemanê yê dîrokê wê bike û AKP wê di nav agirê azadiyê de biqijile!

Karasu di nivîsa xwe ya Yenî Ozgur Polîka de têkildarî pêvajoya dawî nivîsî û got, ‘’Şerê Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk hatiye qonaxeke nû. Tevgera Azadiya Kurd li dijî vî şerî  şerê herî mezin ê manûnemanê yê dîrokê wê bike’’ û ‘AKP wê di nav agirê azadiyê de biqijile!

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasu  di nivîsa xwe de ya bi navê ‘’Agire Azadiya Kurd wê AKP’ê biqijilîne’ ku di rojanmeya Yenî Ozgur Polîtîka de weşiya, got, Ew ê şerê herî mezin ê dîrokê li dijî dewleta Tirk bikin û AKP’ê di nav agirê azadiya Kurd de wê biqijile.

Endamê Konseya Rêveber Mustafa Karasu li ser gefên rayedarên dewleta Tirk ku dibêjin, ew ê Qendîlê bitemirînin wiha got:

’TEVGERA AZADIYA KURD  ŞERÊ HERÎ MEZIN Ê DÎROKÊ YÊ MANÛNEMANÊ WÊ BIKE’

‘’Serokwezîrê dewleta Tirk ê xweyî ‘profîle ketî’ dibêje, ‘’Çi tiştekî ku em bi dabeşkaran re biaxivin nîn e; em ê wan bieciqînin. A rast bi hemû axaftinên xwe yên ku her roj dikin, nîşan didin ku ew hemû daxwazên têkildarî jiyana azad û demokratîk a Kurdan weke dabeşkariyê dibînin û ew ê vê dabeşkeriyê biqelînin. Şerê qirkirinê yê ku li dijî Kurdan tê birêvebirin ketiye qonaxeke nû. Tişta ku layiqî Kurdan dibînin ev e; rûnin, bixwin û vexwin. Bi hişkere dibêjin; Ku hûn Tirkbûnê qebûl bikin, hûn dev ji îdelên Kurdbûnê biqerin heqê we heye ku hûn bijîn, naxwe ti heqê we nîn e. Hişmendiya ku ev 90 salî tê şopandin û herî qebe li girtîgeha nimro 5 a Amedê nîşan dayin niha Serokwezîr û Serokkomar her roj tînin zimên. Bi têşeyekî ku ti siyasetmedar bi hişkere nayînin zimên ev bi qubedetî, bi xwezirtikandinê, bi bêfikarane tînin zimên.

Dibêjin, an hûn ê radest bibin an jî şer bi hemû tundiya xwe wê berdewam bike. Halana di xwe didin ku ewê şer li Qendîlê berbelav bikin. Jixwe li her deverê Başûrê Kurdistanê hêza xwe bi cih kirine. Şerê Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk ketiye qonaxeke nû. Tevgera Azadiya Kurd jî li dijî vê şerî wê şerê herî mezin ê dîrokê yê manûnemanê wê bikin. Têkoşîna ku ev 45 salan dide, heta ku vê êrîşkariyê bişikîne wê bidomîne. Di serî de ciwan û keçên Kurd hemû civaka Kurd li dijî vê êrîşkariya qirker wê berxwedana dîrokî nîşan bidin. Desthilatdariya AKP’ê li her devera ku êrîşê tîne wê bersiva xwe bibîne. Desthilatdariya AKP’ê şer çi qasî berbelav bike, Tevgera Azadiyê jî wê şer ev qasî giran bike. Wê were nîşandan ku ew ne li baxçeyekî wiha yên gulan ê bêdireh digerin. Tayyîp Erdogan gotiye, em çiya bi çiya şer bikin û qira wan bînin, Tevgera Azadiya Kurd jî  li her deverê li dijî van êrîşan wê li ber xwe bide. Teqez e wê wan bi vê êrîşkariyê poşman bike. Li pêşberî wan ew Kurd nîn in ku dev ji nasname, ziman, çand, hebûn û jiyana xwe ya azad qeriyane. Gelê Kurd rayên xwe ew çend kûr berdane, ti êrîşkarî, qirkirin wê bi ser nekeve, li ser rayên xwe bi awayekî xurt wê rabe.’’

‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST WÊ DI AGIRÊ AZADIYÊ DE BIQIJILE’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasu li ser gefên rayedarên dewleta Tirk ku dibêjin ew ê biçin Qendîlê wiha got:

‘’Dewleta Tirk ji devê wezîrê karê hundir diyar kir ku ew ê bikevin Qendîlê. MHP bi salan van halanana li xwe dide, dibêje, ‘’Ka vê Qendîlê bitemirînin’’ Mijareke dî ya ku MHP’ê bi AKP’ê re li hev kiriye ev e. Tê fêhmkirin ku AKP’ê dixwest têkeve Mûsilê lê ev pêk neanî, niha jî wê bikeve Qendîlê, dixwaze were Şengalê û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tevgera Azadiya Kurd li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya Başûr çawa li ber xwe dabe wê li dijî vê jî li ber xwe bide. Desthilatdariya AKP’ê çawa ku li her deverê êrîşî Kurdan dike, hemû Kurd jî li dijî êrîşkariya AKP’ê divê bibin yek û li dijî vê dagirkeriyê rawestin.

Qendîla azadiyê ya ku PKK’ê ev bi dehan salan vêxistiye kesekî nikarîbû bitemirîne. Agirê azadiyê yê ku PKK’ê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn vêxistiye wê geştir û gurtir bibe, hemû dijminê demokrasi û azadiyê bişewitîne. Li dijî hemû êrîşkariya AKP’ê wê bi vî giyanî berxwedan were nîşandan û desthilatdariya faşîst wê di agirê azadiyê de biqijile. Ên ku ev qasî ji kûr ve dijminatiyê li Kurdan dikin wê bersiva xwe bibînin.’’