Karacagîl, Bayraktaroglû û Guler hatin bibîranîn

Ayşe Deniz Karacagîl, Fermandarên BOG'ê Ulaş Bayraktaroglû û Azîz Guler ên ku di pêngava rizgarkirina Reqaye de şehîd bûbûn, li paytexta Îngîltere Londrayê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ya ku ji aliyê Komîteya Şehîdan a Meclîsa Gel ya Londrayê hatî lidarxistin, hevalê Ulaş Bayraktaroglû Ekîn Bodûr û birayê Azîz Guler, Ersîn Umut Guler beşdar bûn.

Axaftina destpêkê li ser navê komîteya şehîdan hat kirin û deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre sînevîzyon hat temaşe kiirn.

Piştre Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Evrîm Yîlmaz û Ekîn Bodûr axivîn. Dema ku Bodûr behsa Bayraktaroglû kir demê hestiyar jiya. Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdûllah ji bi telefonê beşdarî merasîma bibîranînê bû.

Merasîma bibîranînê piştî axaftinên hatî kirin bi dawî bû.