Kaplanê BDP’yî bertek nîşanî Bûrhan Kuzu da

Kaplanê BDP’yî bertek nîşanî Bûrhan Kuzu da

Parlementerê BDP’ê yê hiqûqvan Hesîp Kaplan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Komîsyona Makezagonê yên derbarê destlênedanê de da got, “Bûrhan Kuzu potpotiyê dike. Di rastiyê de makîneya sûc ew bi xwe ye.” Haplan destnîşan kir ku, ger Bûrhan van daxuyaniyên xwe berdewam bike, em dê bi Kuzu re di dadgehê de hesabê bipirsin.

Piştî ku fezlekeyên ji bo rakirina destlênedana parlementerên BDP’ê hatin amadekirin û ji Serokatiya Meclîsê re şandin, Serokê Komîsyona Makezagonê Bûrhan Kuzu di daxuyaniyên xwe de BDP’e hedef girt. Kuzu ji BDP’iyan re got “makîneya sûc.”

Bi rêya ANF’ê Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hesîp Kaplan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Komîsyona Makezagonê Bûrhan Kuzu da û da diyarkirin ku, “Bûrhan Kuzu Serokê Komîsyona Makezagonê ye. Erkdar û berpirsyar. Pêwîste Serokê Komîsyona Makezagonê bizane ku nikare derbarê hikum destlênedanê de daxuyaniyan bide. Li rexmî vê jî derdikeve ser ekranên televîzyonan û ji me re dibêje ‘makîneyên sûc’. Navrêziknameya Makezagonê binpê dike.”

‘DI RASTIYÊ DE KUZU MAKÎNEYA SÛCE’

Kaplan da diyarkirin ku, “Di rastiyê de Bûrhan Kuzu makîneya sûce.” Kaplan aşkera kir ku, sûcdariyên ku Kuzu di dema sererastkirina fezlekeyan de kirî ‘bi darezandina adil’ re naguncêt. Kaplan got: “Ger biryara dozger nebe, ev nêzîkatî tên wateya înfaza bêdaraz. Cara yekeme di dîroka parlementoyê de Serokê Komîsyona Makezagonê ew qas bê berpirsyar tevdigere, di mijara makezagon û hiqûqê de sûc dike.” Hesîp Kaplanê BDP’yî Kuzu hişyarkir: “Pêwîste Bûrhan Kuzu xwe bêdeng bike. Ger bêdeng nebe em dê li dadgehê bên beramberî hev. Ger potpotiya xwe û skandala hiqûqî berdewam bike em dê bi wî re li dadgehê hesabê ji hev bipirsin.”

‘ZAGONA BINPÊ DIKIN, BANDORÊ LI SER DARAZÊ DIKIN’

Kaplan destnîşan dike ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan û wezîrên wî di mijara destlênedanê de navrêziknameya makezagonê binpê dikin û wiha axivî: “Pêş destlênedanan di ti partiyan de nayê axaftin û hevdîtin li ser nayên kirin. Zagonî nîne. Lê belê Erdogan, Kuzu û wezîr vê binpê dikin û ji bo darazê di aliyê nerênî de bandor bikin hewil didin.”

AXAFTIN-AŞKERA KIRIN-MEŞÎN!

Parlementerê BDP’ê Hasîp Kaplan da zanîn ku, ‘hema bêje polîs tenê ji bo BDP’ê di xebitin û aşkera kir ku, “Tenê di derbarê me de 600 fezleke hatine amade kirin. Di derbarê her yek ji hevalên me 20-25 fezleke hene. Ji 100 salan zêdetir cezayê girtîgehê tê xwestin. Ev tenê di mijara Kurdî axivînê, aşkera kirina fikir, xwepêşandan û yên meşê ne. Mijarên ku bibin sûc tune ne.”