Kaplan: Biryarnameya dawî ji bo parastina kujerên siberojê ye
Kaplan destnîşan kir, biryarnameya ku alîgirên dewletê ji cezakirinê diparêze, ne ji bo dema bihurî ye, ji bo cesaretkirin û parastina kujerên paşerojê ye.
Kaplan destnîşan kir, biryarnameya ku alîgirên dewletê ji cezakirinê diparêze, ne ji bo dema bihurî ye, ji bo cesaretkirin û parastina kujerên paşerojê ye.
Hiqûqnas Hasîp Kaplan diyar kir ku ti daxuyaniyên AKP'ê yên li ser biryarnameya dawî rast nîne û ev guhertin ji ANF'ê re nirxand.
Kaplan qanûna 1931'ê bi bîr xist ku li gorî vê qanûnê kesên li Zîlan, Agirî, Erzîngan-Pîlemûriyê komkujî kirine nayên darizandin û got, biryarnameya ji aliyê AKP'ê ve hatiye derxistin û qanûna 1931'ê weke hev in.
Kaplan anî ziman ku ji bo lêkolînkirina komkujiya Zîlanê weke parlamenterên BDP'ê wan sala 2010'an pêşnûme dan, lê nehate qebûlkirin û got, "Wê wextê me xwest şêweyê rûdana bûyeran, qanûnên hatin derxistin û eşkerekirina nêrîna dewletê, me pêşnûmeyek pêşkêş kir û xwest bi berfirehî were lêkolînkirin. Lê belê bersiv ji vê daxwaza me re nehate dayin."
Kaplan da xuyakirin ku pêkanîneke din a dişibe qanûna 1931'ê, di dema darbeyê de tê dîtin û bi bîr xist ku bi xala 15. a demî ya destûra bingehîn re hikum hate dayin ku Kenan Evren jî di navê de 5 generalên ji darbeya 12'ê Îlonê berpirsyar in, ji darizandinê werin parastin.
Kaplan ragihand, di serdemên 23. û 24. ên qanûndanê de ji bo rakirina vê xalê wan pêşnûme dan Meclîsê, lê belê hikumeta AKP'ê bi derengî ev made rakir, Kenan Evren û generalên berpirsyar tevlî rûniştinê jî nekir û bi rengekî sivik hatin darizandin.
Hasîp Kaplan diyar kir ku biryarnameya bi hejmara 696'an ne ji bo dema bihurî ye, lê ji bo dema bê ye û got, AKP'ê piştî hewldana darbeyê ji bo parastina sivîlên tevlî bûyerên wê şevê bûn, roja 8'ê Mijdara 2016'an qanûna bi hejmara 6755'an derxist.
Kaplan da zanîn ku ti ji daxuyaniyên rayedarên hikumetê yên li ser biryarnameya heyî rast nînin û destnîşan kir ku qanûna 8'ê Mijdara 2016'an hate derxistin ji xwe heman qanûna 1931'ê ye, bi biryarnameyê re ev yek kirin ji bo dema bê.
Kaplan wiha dewam kir: "Di vê xalê de rewşeke nezelal heye. Yên ku di dema bê de mirovan bikujin, ne ji aliyê polîsan ve dikarin bên girtin, ne jî dozger dikarin lêpirsînê li wan veke." Kaplan got, "Şexsekî ku sûc kiriye, tenê bêje 'min ev yek ji bo dewletê kir' wê karibe yekser were berdan." Kaplan da xuyakirin ku ev yek ji 12'ê Îlonê jî wêdetir e.
Hasîp Kaplan diyar kir ku ev biryarname wê rê li ber karesatê veke û salên 1990'î bi bîr xist. Kaplan got, "Wan salan bi navê 'welatperweriyê' hin çeteyên ku xwe xistin şûna dewletê, gelek mirov kuştin." Kaplan da zanîn ku hikumetê di bûyereke gengaz a civakî de ji bo xwe biparêze, mîna rêxistinbûnên wê wextê, ji xwe re milî ava kiriye û got, "Ev tiştekî gelekî xetere ye. Bi vê qanûnê re her kes dikare xwe bixe şûna dewletê. Ji xwe li vî welatî nêzî 700 hezar endamên artêşê hene. Her wiha hêzeke qelebalix a polîsan heye. Wekî din zêdeyî 200 hezar jenderme, 470 hezar ewlekariya taybet, 30 hezar ewlekariya peravê, 87 hezar jî cerdevan hene. Dema tu van bide ser hev, dibe nêzî 20 milyonî. Li welatekî ku hejmareke ewqas zêde ya hêzên ewlekariyê yên çekdar hene, pêwîstiya bi rêxistineke milîsan, cihê fikaran e."