Kampanya 'NA' ya li Ewropayê dewam dike
Ji bo referandûma di 16'ê Nîsanê de bê kirin, li gelek bajarên Ewropayê kar tê kirin.
Ji bo referandûma di 16'ê Nîsanê de bê kirin, li gelek bajarên Ewropayê kar tê kirin.
Ji bo referandûma di 16'ê Nîsanê de bê kirin, li gelek bajarên Ewropayê kar tê kirin.
NURNBERG
Karê Platforma Na ya li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi rengekî çalak didome. Di çarçoveya kampanyayê de civînên gel tên lidar xistin, serdana malan tê kirin, mîtîngên 'NA' tên organîzekirin û stant tên danîn. Di vê çarçoveyê de li meydana Plaerer, ku yek ji meydanên herî qelebalix ên bajêr e, stanta agahdarkirinê hat danîn.
Gelek belavok hatin belavkirin û sedema dayîna dengê 'NA' hat vegotin. Stantê gelekî bala Elmanan jî kişand.
KOLN/LEVERKÛSEN
Duh li bajarên Koln û Leverkûsenê, li çar cihên cuda stantên 'NA' hatin vekirin. Li van cihan bi hezaran belavok hatin belavkirin û raya giştî di der barê referandûmê de hat agahdarkirin.
Li Kolnê stanta destpêkê saet di 11:00 de li bazara gel a li taxa Chorweîlerê ji aliyê Navnda Çanda Elewiyan a Chorweîler û Cîhaneke dikare lê bê jiyîn ên ser bi Platforma NA ve hat danîn.
Saet di 16:00 de jî li sûka bingehîn a li nêzî Dêra Domê stanteke din hat vekirin. Di vê çalakiyê de jî Meclîsa Jinê ya Kolnê raya giştî agahdar kir.
Stanta li taxa Ehrenfeld a Kolnê jî saet di 16:00 de hat vekirin. Li vir jî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Cîhaneke lê dikare bê jiyîn û AGÎF'ê belavok belav kirin, gel agahdar kirin.
Li bajarê Leverkûsenê jî, bi pêşengiya Platforma NA stant hat vekirin. Stant saet di 12:00 de li navenda bajêr hat danîn û gelek belavok hatin belavkirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Platforma NA stant danî. Li ber HBF'ê bi sedan belavokên ji sê zimanan hatin belavkirin û xwendin.
Li stantê dengê stranên NA bilind bû.
LÎNZ
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, li ser mijara 'NA' civîneke gel hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî destnîşan kir, ku dayîna dengê 'NA' ji bo hemû gelan girîng e û bang li gel kir ku biçe ser sindoqan.
Koç ragihand, xeta rasteqîn a mûxalefetê ya li Tirkiyeyê, projeya HDP'ê ye.
Piştî Koç, parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer axivî û diyar kir, divê bi ruhê 7'ê Hezîranê ew xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin.