BI DÎMEN

Kampanya 'NA' li gelemperiya Ewropayê belav dibe

Li gelek bajarên Ewropayê, di çarçoveya kampanya dengê 'NA' ya referandûma 16'ê Nîsanê de civîn hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Ewropayê, di çarçoveya kampanya dengê 'NA' ya referandûma 16'ê Nîsanê de civîn hatin lidarxistin.

ANVERS: Yek ji van civînan li bajarê Anvers ê Belçîkayê pêk hat. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, siyasetmedar Ziya Ûlûsoy û Fatma Bînîcî weke qiseker beşdarî civînê bûn. Aydar piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir, bi referandûmê re hewl tê dayîn têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bê qedandin. Aydar anî ziman, Erdogan ji bo tinekirina tevgera azadiyê serî li her polîtîkayên qirêj dide. Siyasetmedar Ziya Ûlûsoy jî destnîşa kir, ku Erdogan niha weke Hîtlerê duyemîn tevdigere. Fatma Bînîcî jî bang li Elewiyan kir, ku li dijî vê sîstema ku dixwaze jinan bike kole, her kes dengê 'NA' bide.

MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, xebatên ji bo platforma 'NA' dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Platforma NA ya Bakurê Îtalyayê li ehv civiya û plansaziya xebatê ya ji bo bajarên vê herêmê nirxand. Di civînê de biryar hat dayîn, ku li dijî faşîzma Erdogan civîn û çalakî werin lidarxistin.

FRÎBOÛRG: Li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, bi beşdariya Hevberdevkê HDK ê Ewropayê Demîr Çelîk civîneke gel li ser referandûmê û sedema dengê 'NA' hat lidarxistin. Bi dehan kes tevlî civînê bûn. Çelîk da xuyakirin, ku AKP û Erdogan dixwazin di referandûmê de qanûna dîktatoriyê bîne û bang li her kesî kir, ku li ber vê rabin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, xebatên kampanya 'NA' dewam dikin. Kurdan wesayîtên xwe bi nivîsên 'NA' xemilandin û bi zêdeyî 100 wesayîtan li taxên ku piraniya şêniyên wan Kurd in geriyan û nîşan dan ku ew ê rê nedin dîktatoriya faşîst. Her wiha ji bo meşa girseyî ya roja Şemiyê saet di 14:00 de banga tevlîbûnê hat kirin.

HAGEN: Li bajarê Hagen ê Elmanyayê, platforma 'NA' li dergaha Elewiyan a FEDA'yê panelek lidar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr û nûnerê Partîzan weke qiseker beşdarî panelê bûn. Qisekeran destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî rê nedin dîktatoriya faşîzma AKP-MHP'ê û ji bo serketina têkoşîna gelan gotin, divê gelê Kurd û dostên wan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.