Kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan didome

Kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan didome

‘Ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan’ didome. Endamên Komeleya Kurdan ya Mezopotamyayê ya li bajarê Giessen yê Almanyayê ku her Şemî standa îmzeyan didanin û îmzeyan kom dikin.

Xebatên kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber berdewam dike. Kurdistaniyên ku li bajarê Giessen yê Almanyayê jiyan dikin, roja Şemiyê li qada Markplatz ku cihê herî biqelebalixe standê vedikin û îmzeyan kom dikin.

Di standa ku roja Şemiyê di navbera demjimêrên 12:00-18:00’an de tê vekirin bi sedan îmzeyan kom tên komkirin. Serokê Komeleya Kurd ya Mezopotamyayê Yakûp Avci derbarê xebatên xwe de agahîdan û got: “Em weke komele her roja Şemiyê li vir ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan îmzeyan kom dikin.”