Kampanya destekkirina Rojava û YPG'ê rastî pêwendiyek mezin tê
Kampanya destekkirina Rojava û YPG'ê rastî pêwendiyek mezin tê
Kampanya destekkirina Rojava û YPG'ê rastî pêwendiyek mezin tê
Bi pêşengiya YXK û saziya bi navê IL, 90 hunermend, akademîsyen û sazî hatin cem hev û ji bo destekkirina Rojava dest bi kampanyayê kirin. Kampanya rastî eleqeyeke mezin tê.
Li Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û rêxistina sîwanî ya çep a radîkal ku li dehan bajarên Elmanya rêxistinbûyî ye Intenationalist Linke (IL) 90 hunermend, akademîsyen, rojnamevan û zanist, ev du hefte ne kampanya destekkirina Rojava û YPG'ê dimeşînin. Hejmara sazî û kesên îmze avêtine heta niha derket 250'î û ji gelek derdoran jî destek ji kampanyayê re tê. 46 kafeterya û restorantên li gelemperiya welêt jî biryar dan ku bi vekirina malpereke înternetê beşdarî kampanyayê bibin. Kafeterya û restorantan dan xuyakirin ku ew ê bi kampanya bi navê "Ji bo Kobanê jiyana bi şev" re, beşek ji hatineyên xwe ji bo Kobanê veqetînin. Li aliyê idn gelek xwendekarên zanîngehê li ser medya sosyal dest bi kampanyayan kirin. Xwendekarên YXK'yî jî di vê çarçoveyê de di standa li ber Zanîngeha Dortmundê vekirî de, di nava rojekê de alîkariya ji 1,150 euroyî kom kirin.
'KURD LI DIJÎ DAIŞ'Ê HERÊMÊ DIPARÊZIN'
Di daxuyaniya komîteya amadekar a kampanyayê de hat gotin, "Barbarên DAIŞ'ê xwedî mejiyekî welê ye ku ji Şengal heta Rojava Xiristiyan, Kurdên Êzidî, Tirkmen û hemû cihêrengiyan tine dihesibînin û wan dikujin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî, li vir bi hemû heza xwe hindikahiyan diparêze. Ev kampanyaya ku me berî du hefteyan dan destpêkirin nîşan dide ku têkoşîna YPG'ê çiqasî mafdar û rewa ye. Em careke din bang li her kesên hestyar dikin ku beşdarî kampanyayê bibin."