Kalkan: Wê bi xurtî hesab ji Erdogan bê pirsîn

Kalkan: Di dema nêz de wê berxwedana gerîla mezintir bibe. Xweparastinê xwe îspat kir. Şerê deşt û bajaran wê bê meşandin. Serhildan wê xurt bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan da xuyakirin, divê pêvajoya bi êrîşa DAIŞ'ê ya 15'ê Îlona 2014'an a li hemberî Kobanê destpê kir û jê re Plana Çalakiyê ya Têkbirinê tê gotin, baş were fêmkirin û destnîşan kir, ku di nava vê plan û pêvajoyê de, tinekirina hêzên demokratîk-şoreşger heye.

Kalkan diyar kir, ji bo vê jî êrîş li hemberî gel hat kirin û got, "Bingeha êrîşa li hemberî Tamîlan a li Srî Lankayê jî ev bû. Li wir êrîşî bingeha civakî kirin. Xwestin gerîla ji gel qut bikin û bi vî rengî derbê lê bixin. Bingeha êrîşa rêveberiya Erdogan a niha li Kurdistanê dike, ev e. Plana çalakiyê ya têkbirinê ev e."

Kalkan ev tespît kir: "Pêwîste ev yek baş were fêmkirin: Gever, Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbîn, ne ji ber hebûna berxwedanê hatin xerakirin û şewitandin. Berxwedanê ev hilweşandin û xerakirin kêm kir. Kir ku bi tenê li çend bajaran rû bide. Li gorî plan û projeyên wan, wê hîn bêhtir bikira. Dixwestin hemû tax, bajar û bajarokên Kurdan ên veguherîne civaka demokratîk, neteweya demokratîk tine bikin. Dixwestin vê civakê li çar aliyên Tirkiye û cîhanê belav bikin û asîmîle bikin. Bi vî rengî xwestin hebûna Kurdan tine bikin û Kurdan qir bikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku ji ber vê yekê êrîşên hovane dikin û got, "Hêzên şoreşger-demokratîk, ji ber ku gel diparêzin dibin hedef êrîşan. Ji ber vê yekê êrîşî hêzên xweparastinê kirin. Hêzên xweparastinê gel diparastin, nedihiştin qetlîamker xwe bigihînin qadên xwerêveberiyê. Lewma êrîşî YDGH û YPS'ê kirin.

'LI SER BINGEHA TINEKIRINA HEBÛNA KURDAN, ERDOGAN DIXWAZE DÎKATORÎ, DESTHILATDARIYA XWE BIPARÊZE'

Niha bihar hat, gerîla ket nava tevgerê. Dixwazin, berî ku gerîla veguhere hêzeke civakê diparêze, civakê bieciqînin. Di vî warî de rêveberiya AKP'ê polîtîkaya şerê taybet û qirkirinê di asta herî bilind de dimeşîne. Rêbazên herî wehşî, herî xwînxwar, herî namerdî bi kar tînin û komkujiyan dikin. Bi qasî ku Erdogan zilm li Kurdan û civaka Tirkiyeyê kir, kesî zilm nekir. Her rojên wî bi komkujî û heqaretê dagirtî ne."

Kalkan da xuyakirin, ku Erdogan bi rêya van êrîşan dixwaze hebûna Kurdan tine bike, bi vî rengî desthilatdarî û dîktatoriya xwe biparêze û got, "Erdogan hatiye nuqteyeke welê, ku ji bo jiyana xwe bidomîne dixwaze Kurdan tine bike. Tê gotin, Dehaq jî bi vî rengî bû. Dîrok dikare zindî bibe. Mînak; va ye Dehaq zindî dibe. Em ji Erdogan ê li bajar û çiyê xwîna ciwanên Kurd vedixwe fêm dikin, ku Dehaq çi bû."

'ERDOGAN LI BER HER KESÎ DIGERE'

Kalkan ev tişt ji civaka Tirkiyeyê re got, "Ev şer şerê Erdogan e. Ev şer şerê Qesrê ye. Erdogan ji bo li ser desthilatdariyê bimîne vî şerî dimeşîne. Eger Erdogan ji desthilatdariyê bikeve, wê hesab bide, ji vê ditirse. Ji ber ku sûcê li dijî mriovahiyê kir, nelirêtî kir, rê li ber xizaniyê vekir. Bi fikara 'wê hesab ji min bê pirsîn, min ji dizî be wê ji min bistînin, canê min jî dikare ji dest biçe' tevdigere.

Dibêje 'Bila her kes tine bibe, ez hebim'. Lewma derfetên Tirkiyeyê pêşkêşî her kesî dike. Li ber her kesî digere. Li ber Rûsya, Îran, Îsraîl, Esad, Ewropa, Amerîkayê digere... Dibêje, 'Hûn çi bi Kurdan re dibînin! Werin bi min re tifaqê bikin ez her tiştî bidim we. Ez derfetên Tirkiyeyê pêşkêş bikim. Bi tenê min weke rêveberê Tirkiyeyê qebûl bikin, ev besî min'.

Bila kes hesabên şaş neke. Dawiya Erdogan tê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan diqede. Tayyîp Erdogan, ewqas civînan ne ji ber ku bi hêz e dike. Ji ber ku kes naxwaze li gorî nêrînên Erdogan karekî bike, dike. Bi zora dewletê dike. Zorê dide keyayan, çapemeniyê, ekonomîstan û jinan.

Erdogan gelekî tengav bûye. Bila her kes hesabê xwe rast bike. Kî ji Erdogan bawer bike û razemeniya xwe li gorî vê bike, wê winda bike. Û ev yek wê di demeke nêz de pêk were. TayyÎp Erdogan li dijî tevahiya cîhanê ye û bi Îran û Îsraîlê re jî nabe dost. Erdogan têk diçe.

Yên ku dixwazin ji aliyê siyasî û aborî ve ji Erdogan bixwin, divê zanibin; derya çikiya! Êdî dem dema hesabdayînê ye. Kî bi Erdogan re bibe hevpar wê winda bike."

ŞERÊ DEŞT Û BAJARAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku dawî li dîktatoriya Erdogan tê û got, "Lê belê ji bo hilneweşe, bi hemû hêza xwe êrîş dike. Li hemberî vê yekê berxwedan divê. Ya ku îro Erdogan anî ber têkçûnê, ev berxwedan e; berxwedana xwerêveberiyê ya li bajaran e.

Ji ber vê yekê berxwedan wê xurtir bibe. Niha berxwedana gerîla heye û ev zêde nayê nîşandan. Di demeke nêz de ev berxwedan wê mezintir bibe. Xweparastinê xwe îspat kir. Wê şerê deşt û bajaran bê meşandin. Serhildan wê xurt bibe. Wê qat bi qat hesab ji Erdogan bê pirsîn. Di dema nêz de wê berxwedan mezin bibe û rêveberiya Erdogan hilweşe. Ji bo hilweşandina vê rejîmê, divê her kes tevlî berxwedanê bibin. Temaşekirina li faşîzmê nabe. Li dijî faşîzmê, divê ti çeper neyê terikandin. Heta dawiyê berxwedan bê nîşandan.

HEZÎRAN MEHA ME YA BERXWEDANÊ YE

Hezîran me ha me ya berxwedanê ye. Em di salvegera 20. a berxwedêriya Zîlan de ne. Ne tenê gerîla, temamiya civaka Kurd bûye fedayî, bûye zîlan. Xeta me ya berxwedanê ya vê demê, divê bi Zîlanî be. Lewma girîng e jin û ciwan, her kes rastiya Zîlan baş fêm bikin. Bang li her kesî dikim ku hîn bêhtir bibin Zîlan, çalakgeriya Zîlan a ku serketinê misoger dike û derba giran li dijmin dixe, esas bigirin."

'SERKETINA PÊNGAVA MINBICÊ JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK, KURDISTANA AZAD GELEKÎ GIRÎNG E'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama bernameyê de Pêngava Rizgarkirina Minbicê jî nirxand û got, "Ez Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji ber serketina wan pîroz dikim. Di vî warî de dikarim yek du hişyariyan bikim. El Qaîde û DAIŞ bi rengekî cidî destekê ji Tirkiyeyê dibînin. Ew herêm, ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê siaysî û civakî ve jî herêmeke tevlîhev e. Li wê derê dibe ku bi her awayî xeterî hebin. Ji ber vê yekê divê YPG û QSD ji her demê bêhtir hişyar û baldar bin.

Gava wan avêtin e rast e û divê ji sedî sed vê pêk bînin. Girîng e ew zeviyê mayînan bê paqijkirin. Pêwîste destûr neyê dayîn faşîzma DAIŞ û El Qaîdeyê wê li qadê xetere be. Ev yek ji bo Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana azad pêwîst e. Ji bo hêzên dixwazin li Rojhilata Navîn aramiyê pêk bînin, ev divê. Ji bo DYA, Ewropa û hêzên din ên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin jî ev der gelekî girîng e.

Tevgera Bakurê Sûriyeyê tê meşandin. QSD li ser bingeha Federasyona Bakurê Sûriyeyê tevdigere. Operasyona Minbicê jî parçeyek ji vê ye. Divê xwe bigihîne heta Efrînê û Bakurê Helebê. Yek ji navendên girîng jî Heleb e.

Girîng e QSD ji xeta Efrînê bakurê Helebê bistîne û xwe bigihîne heta Reqqayê. Bi vî rengî herêmek Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk dikare derkeve holê. Şert û mercên vê çi ye, çiqasî dikare pêk were, ez nizanim. Lê belê ev girîng e.

Afirandina rewşeke bi vî rengî wê derseke mezin bide hêzên dixwazin Sûriyeya dewletperestiya netewe û nîjadperest bafirîne. Wê derseke mezin bide faşîzma El Qaîde û DAIŞ'ê, ku dixwazin li ser Sûriyeyê serdest bin. Gaveke bi vî rengî wê Sûriyeya Demokratîk garantî bike. Azadkirina Minbicê, ji bo afirandina Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê gelekî girîng e. Divê ji sedî sed bi ser bê xistin. Pêwîste her kesên li faşîzmê li Sûriyeyê têkoşîna demokrasiyê dimeşîne, destekê bide vê. 

Kurdên li Rojava, hemû gel û hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê dixwîn wê bibin xwedî têkoşîn û hêza xwe. Bila ji hêza xwe piştrast bin. Ez bawerim wê serketî bin û careke din ji wan re serketinê dixwazim."