Kalkan: Li dijî faşîzmê divê her der bibe qada berxwedanê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, li dijî faşîzmê divê her der bibe qada berxwedanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya 'Ulkeden' a News Channelê û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren.

Kalkan, ji pêşengên ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya bibîr anî û got, "Bîranîna van şoreşgeran hê teze ye. Armancên wan li benda bicihanînê ne. Gelên Tirkieyê, kedkar, jin û ciwan li ser şopa van şoreşgerên mezin dimeşin.

Kalkan anî ziman, Denîz Gezmîş û hevalên wî îro jî bi roleke ronahiyê radibin û destnîşan kir, divê gelên Kurd û Tirk di armanceke şoreşgerî de xwe bigihînin hev.

Dûran Kalkan diyar kir, di rewşa heyî de êdî kes nikare qala hebûna dewletekê li Tirkiyeyê bike û got, "Ya heyî, rêxistinbûneke çete ya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ye. Ti saziyek li holê nema ye. Ev rewşeke xetere ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, êdî kes nikare bi hilbijartinê Tayyîp Erdogan bîne xwarê û ev nirxandin kir:

"Dewlet nema ye ku hilbijartin hebe. Wê hilbijartina çi hebe? Rêxistinbûneke çete heye û kî li ber radibe, dixe girtîgehê. Terora faşîst û komkujiya ku îro li Tirkiyeyê tê kirin, di ti serdemê de nehate kirin. Wê demê nepêkan e ku mirov bêjin 'em li benda hilbijartinê bin'. Di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bi qasî ji sedî 60 bû. Bi dek û dolaban hemû kirin 'Erê'. Rêveberiya Tayyîp Erdogan a ku bi hîleyan hilbijartin kir, gelo jê tê ku ji niha û pê ve hilbijartineke demokratîk bike? Yên ku vê yekê pêkan dibîne, hingî xizmetê ji Tayyîp Erdogan dikin, aşê Erdogan digerînin."

Kalkan bibîr xist, ku rêya hilweşandina faşîzmê, têkoşîn e û got, "Divê mirov li benda hilbijartinê nesekinin. Pêwîstî bi berxwedaneke pir alî heye. Bi têkoşîneke pir alî re faşîzm dikare bê hilweşandin. Sekin û bêdengî nabe. Dirûşma 'Bêdeng nebe, eger tu bêdeng bibe wê dor were te', li dijî faşîzmê hatiye qîrîn. CHP'yî eger niha li şûna xwe bisekinin, wê dor were wan. Faşîzma ku îro li PKK'ê, li rewşenbîran û hêzên demokrasiyê dixin, dema ku sibe li CHP'ê xist, hingî wê kesek li dora CHP'ê tine be."

Kalkan ragihand, Bloka NA, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de li dijî dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ava bû, gelekî girîng e û bi dewamî got, "Heta hilweşandina dîktatoriyê, divê her kes bikeve nava hewldanan ji bo vê blokê bikin eniya aştî û demokrasiyê. Pêwîste firsend neyê dayîn ku ev blok hilweşe û ji hev bikeve. Gotina 'NA! Hîn neqediya ye. Têkoşîn dewam dike' ji ber vê yekê tê gotin. Têkoşîn neqediya ye, faşîzm hê hilneweşiya ye. Lewma divê bloka NA ne tenê yên deng da bin, divê xwe bigihîne asta xeta çalakiyê ya antî faşîst."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, divê bi taybetî ciwan li dijî faşîzmê di nava têkoşîna antî faşîst de bi rengekî çalak cih bigirin û herî dawî got, "Tayyîp Erdogan ji bo roja xwe ya îro, siberoja ciwanan û ya Tirkiyeyê tarî dike. Wê demê divê mirov li dijî faşîzmê xwe hê bêhtir bi rêxistin bikin û bigihînin asta afirîneriyê. Ji çalkaiyên protestoyî û mîtîngên giştî heta berxwedan û çalakiyên girseyî yên li dijî faşîzmê, divê ciwanên karibin bi her awayî têkoşîna ciwanên şoreşger bimeşînin. Ev têkoşîn divê li taxan, dibistanan, kolanan, gund û bajarokan; li her derê bibe. Pêwîste li dijî faşîzmê her der bibe qada berxwedanê. Li dijî fşaîzmê lazim e bi her awayî rêbazên berxwedanê bên bikaranîn. Ji ber ku faşîzm serî li her rêbazên êrîşê dide."