Jiyana sekan bi zarokan re rîska obezîtiyê zêde dike

Li gorî xebateke WHO’yê ku li tevahiya cîhanê kirî, li nav zarokan rîska obezîtiyê zêde dibe, nexasim zaroyên keç her ku diçe tevgera jiyana wan kêmtir dibe.

Di lêkolîna obezîteyê de ya ku Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) kirî û 146 welatan vedihewîne, daneyên 1,6 milyon zarok hatin nirxandin, ku temenê wan di navbeyna 11-17’an de ye. Dane yên navbeyna salên 2001’ û 2016’an in.

Li gorî lêkolîna WHO’yê ji bo jiyaneke bi tendiristî û pêşî li nexweşiyan were girtin rojê bi kêmanî saetekê hewceyî bi tevgereke fizîkî heye. Di pêvajoya 15 salan de, di nav zarokan de rêjeya nekirina aktivîteya fizîkî zêde bûye. Li gorî vê zarokên ber kamilbûnê ji wan 19 ji 100’î aktivîteyeke fizîkî ya bi qasî saetekê dike.

Bi tevahî 81 ji 100’i ya zarokên ku temenê wan di navbeyna 11-17’an de kêmî wê tevgerê ne ku WHO’yê pêşniyara wê kiriye. Ev rêje 2001’an 82,5 ji 100’î bûye, hindik be jî ji aliye baş ve kêmbûnek çêbû.

Di wan dîrokan de ku bûye mijara lêkolînê, tenê li nav zarokên nêr ev kêmbûn xuya dike. Li gorî vê, li nav zaroyên keç rêjeya ku jiyaneke bêtevger didomînin 85 ji 100’î ye. Lin av zarokên nêr jî ev rêje 78 ji 10’i ye.

Her wiha li gorî lêkolînekê ya di kovara The Lancet Child & Adolescent Health de jiyana bêtevger a ku rê li ber obeziteyê vedike encama ‘’şoreşa elektronîk e’’. Tê gotin ji berk u zarok her ku diçe zêdetir li ber kompîtirê dimînin ev bandorê li jiyana bi vî rengî dike.