Jiyana ku çeteyan di nava tarîtiyê de tarî kirin!

Jiyana ku çeteyan di nava tarîtiyê de tarî kirin!

Xelef Mehmûd Bozî yê 44 salî ku berî salekê çavên xwe winda kir, hêviya wî ya yekane firotina xaniyê xwe yê li Kobanê û bi vî rengî tedawîkirina çavên xwe bû. Lê belê çeteyan gundê wî dagir kirin û mala wî kirin xirbe. Bozî diyar kir ku jiyana wî di nava tarîtiyê de bêtir tarî bûye û got, "Roj li me dibe sal" û hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman. Daxwaza yekane ya keça Bozî Ferîde ya 10 salî, careke din dîtina çavên bavê wê ye.

Ji Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kantona Kobanê neçar mane koç bikin, her malbatek xwedî drameke cuda ye. Xelef Mehmûd Bozî yê 44 salî, ku ji ber nexweşiyên tansiyon û şekir ev saleke çavên wî nema dibîne, bi tenê yek ji van malbatan e. Bozî û hevsera wî Aytûn Hîtto, ku keçeke wan a 10 salî ya bi navê Ferîde heye, ji gundê Helînce yê 2 km dûrî Kobanê ye, di kêliya dawî de xwe ji çeteyan rizgar kirin. Bozî û malbata wî ku di dema êrîşa çeteyan de bi tenê li gund man, bi zorê xwe gihandin navenda Kobanê. Dema şer li navenda bajêr giran bû, tên ser sînorê Kobanê-Pirsûsê. Bi hêviya vegerê 13 rojan di nav şert û mercên zehmet de man, lê dûre neçar man derbasî Pirsûsê bibin. Malbata ku li Pirsûsê 8 rojan li derve ma, derbasî Wargeha ji Konan a Rojava bû û li wargehê hewl dide xwe li jiyanê bigire.

'JI BO RUHÊ MIN BISTÎNE HER ROJ DUA DIKIM'

Bozî da xuyakirin ku li gundê wan jiyana wan bi rêk û pêk bû û got, "Berê ji xwe ez di tarîtiyê de dijiyam. Vê rewşê cara duyemîn ez mehkûmî tarîtî û tehdahiyê kir. Mîna ku du caran kor bûme. Heta ku xwarinê nedin min, ez nikarim bi xwe bixwim. Ji ber nexweşiya xwe ya tansiyon û şekir jî nikarim her xwarinê bixwim. Zarokên min bi destê min negirin û nebin tiwaletê, ez bi xwe nikarim biçim. Bila Xwedê kesî mîna min mehkûmî tarîtiyê neke. Gelekî zehmet û dijwar e. Her roj dua dikim ku Xwedê ruhê min bistîne. Bi min re malbata min jî perîşan dibe. Tehdahiyê dibîne."

HÊVIYA WÎ XANIYÊ WÎ BÛ, LÊ ÇETEYAN EW KIRIN XIRBE

Bozî diyar kir ku ji bo emeliyatkirina çavên wî pêwîstiya wî bi 1 mîlyon pereyê Sûriyeyê (10 hezar TL) heye û ji bo vê jî plan dikir ku xaniyê xwe yê li gundê Helîncê bifiroşe, lê ji ber çeteyan nekariyê bifiroşe. Bozî got, "Êdî xaniyekî min nîne ku ji bo emeliyatkirina çavên xwe karibim bifiroş im. Çeteyan xaniyê me hilweşandin, kirin xirbe." Bozî anî ziman ku hêviya wî ya dawî ji aliyê çeteyan ve ji holê hatiye rakirin.

Hevser Altûn Hîtto (40) ku ji ber hevserê xwe yê çavên wî nabîne kêliyekê jî venaqete, bêçaretiya xwe bi van gotinan vedibêje: "Pereyê me nîne ku em derman bikin. Nanê me tineye ku em bidin, ez ê çawa karibim çavên wî vekim? Hewl dide nava tehdahiyê de jiyana xwe dewam bike. Bi 10 deqeyan jî nikarim ji cem biçim. Êvarê ji êşa çavên xwe nikare razê. Heta serê sibê di nav nivînan de rûdinê. Ji bilî keça min kesekî me tineye, ku em alîkariyê jê bixwazin. Di Dema şekirê wî zêde dibe, her tiştê dixwe verdişe. Êvarê dema diêşe dinale, em jî pê gelekî diêşin. Keça min gelekî li ber dikeve. Gelekî ji bavê xwe hez dike. Îdare nake."

'DAXWAZA MIN A BI YEKANE, DÎTINA ÇAVÊN BAVÊ MIN E'

Ferîde ya 10 salî dibêje, "Ez gelekî ji bavê xwe hez dikim" û diyar dike ku yekane daxwaza wê dîtina çavên bavê wê ye. Ferîde dibêje, "Ez tiştekî din naxwazim. Bavê min her tiştê min e. Bila çavên wî bibîne bes e."