Jiyana girtiyê nexweş Demîr di xeteriyê de ye

Însyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr di xeteriyê de ye.

Însyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya xwe ya 298’an de bi dîmeneke parvekirin daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

Li ser navê însyatîfê endama Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî da, bibîr xist ku girtiyê nexweş Sebrî Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê roja hate berdan jiyana xwe ji dest da û got: “Ev mirinek bû dikariya pêşiya wê bê girtin, dikarîbû derfet bê avakirin ku bijî.”

Çevîrmen vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr (59) ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê tê ragirtin. Çevîrmen diyar kir ku diviya bû Demîr ji Qanûna Înfazê sûd bigirta, 10-15 mahî ku du salên wî temam bibin ji ber îdîaname hate amadekirin, nehate berdan.

Çevîrmen got: “Bi şêwazekî lezgîn ji ber fitiqê hatiye emelyatkirin, 4-5 carî jî kirîza dil derbas kiriye û anjo bûye. Xwîn ji mîdeya wî çûye û ji mirinê vegeriyaye. Li gel van pirsgirêkên nexweşiyê nexweşiya tansyonê jî pêre peyda bûye.”

Çevîrmen anî ziman ku dema Demîr hate girtin û şûnde pirsgirêkên wê zêdetir bûne û hişyariya, “jiyana wî di xeteriyê de ye” da.