Jinha, êdî bê şîfre weşanê dike

Jinha, êdî bê şîfre weşanê dike

Jinka ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşanê kir, niha derbasî weşana bê şîfre dibe. 

Ajansa JINHA, der barê xizmeta malperê ya bê şîfre de agahî da û diyar kir ku êdî dest bi weşana bê şîfre dikin. JINHA, tekildarî weşana nû daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Fêmkirina rastiya pêvajoya metakirina jinê ya ji aliyê zilam ve, pêvajoya dîlkirina jinê ya dinav çar dîwaran de û wendakirinajinê ya di nav dîrokê de, di aliyê xuyakirina sedem a nîşandana jinê ya di çapemeniyê de, ya wekî 'amûran aletî an jîpornografîk' de, gelekgirîng e. Çapemenî jî, bi gotinên sergirtî, yên ji bo pêşxistina pergala serdest a zilam, rêvebirina xwe didomîne, bi ku de bixwaze, wir de dikşîne." 
JINHA'bal kişand ser zimanê çapemeniyê û diyar kir ku xwe ji zimanê zilam xelas nekiriye û wiha berdewam kir: "Rasterast rênîşanî bertekan dide. Heta niha, sîstema zilam, berê bertekan rasterast da ser jinê. Di hevokên ku bi zimanê zilam hatin ragihandin de, jin an wekî amûra pornografîk, an di pozîsyona mexdûr de, an jî di pozîsyona 'qetilxûn' de hate ziman. Em bi Ajansa Nûçeyan a Jinê, jivêyekê re dibêjin 'raweste'. Di 8'ê Adarê heya îro wêşana ku bi şifre dihat kirin di 13'ê sibatê heta 31'ê adarê sala 2013'an bê şifre wêşanê bike. AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ (JINHA) ku di 8'ê Adara 2012'an de bi slogana "Û em zimanê çapemeniyê di guherînin. Êdîpiştî me, dê di çapemeniyê de tu tiştek wek berê nebe" xwe tev li nav cîhana çapemeniyê kir, li ser înternetê, li navnîşana www.jinhaber.com, weşane dikir û ji îro û şûnde li ser navnîşan www.jinha.com.tr û www.jinhaber.com.tr, bi tirkî, kurdî û ingilîzî nûçeyan pêşkêş dikin.
Me got yên ku bi nêrîna wekheviya zayendi ya civakî li jiyanê dinhêrin, ne mimkûn e ku jizimanê zilam ê çapemeniyê aciz nebin. Em di şûna pêşbaziyê de, piştevaniyê esas digirin. Navenda Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) li Amedê ye. Li gelek bajar û li derveyê welat jî nûçe gihanên dildar hene. Ji bo ku hûn bikaribin bibin nûçegihanên dildar û bighijin JINHA'yê; Tel - Fax: +90 412 252 62 68, Tel: 0533 332 96 62, E-posta: [email protected], Navnîşan: Mevlana Halit Mah. Turgut Ozal Bulvarı. Umut 2 Konutları. B Blok. Kat: 9 No: 30 Baglar/AMED"