Jinên Tîrêjên Rojê li polîsan û 'faşîstên' alîgirê desthilatdariyê xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Mersîn û Bûrsayê 2 kargeh û 4 wesayitên luks şewitandine, li Stenbolê jî li wesayiteke polîsên sivîl xistine, di encamê de polîsek hatiye kuştin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Mersîn, Bûrsa û Stenbolê li "faşîstan" xistine.

Li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"19'ê Mijdarê li navçeya Aydincik a Mersînê 4 wesayitên luks û depoyeke faşîstên AKP-MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

20'ê Mijdarê li navçeya Înegol a Bûrsayê febrîqeyeke mobîlya ya faşîstên Tirk bi sabotaja jit teqemeniyan hate şewitandin.

20'ê Mijdarê li gundê Gokturk ê Stenbolê yekîneyên me wesayiteke sivîl a polîsan şopand û li cihekî dûrî bajêr ji du baskan ve bi çekên ferdî û teqemeniyan çalakî kirin. Di encama çalakiyê de yek ji polîsên faşîst ên rakirin nexweşxaneyê mir, yek jî birîndar bû."