Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîda Îmraliyê li gelek bajaran çalakî lidar xistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ji bo silavkirina berxwedana zindanan çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya însiyatîfê de hate gotin, “Hemû kesên nêzî AKP-MHP’ê di hedefa me de ne.” Teqez kirin ku hetanî tecrîd neyê şikandin wê çakiyan mezin bikin û bidomîn.

AGAHIYÊN ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de, ev agahî di derbarê çalakiyan de hate dayîn:

“15’ê Kanûnê li Adapazara Sakaryayê, 3 wesayîtên girêdayî faşîstên AKP-MHP’ê û dikanek a nalbûr hate şewitandin.

17’ê Kanûnê li Dîlovasiya Kocaeliyê, 2 wesayît û kargehek a amûrên paqijiyê yên kesek AKP’î hate şewitandin.

18’ê Kanûnê li Gemlîka Bûrsayê, otobûsek a Metro Tûrîzmê hate şewitandin.

21’ê Kanûnê li Bakirkoya Stenbolê, 4 wesayîtên faşîstek AKP’î hate şewitandin.

21’ê Kanûnê li Silîvriya Stenbolê, ji aliyê tîma teknîk a yekîneyên jinan ên me ve bi EYP û molotofan çalakî li dijî wesayîta polîsan hate kirin, 2 polîsên tecawûzkar birîndar bûne.

22’ê Kanûnê li Ataşehîra Stenbolê, 3 wesayên faşîstên Tirk hate şewitandin.

23’ê Kanûnê li Çorlûya Tekîrdagê, 4 wesayît û marketek a AKP’iyan hate şewitandin.

23 û 24’ê Kanûnê kolanên Kuçukçekmece, Başakşehîr, Zeytînbûrnû û Bahçelîevlera Stenbolê bi wêneyên Rêber Apo hate xemilandin.”