Jinên SKB’yî ji bo Şengal kampanya destpê kirin!
Jinên SKB’yî ji bo Şengal kampanya destpê kirin!
Jinên SKB’yî ji bo Şengal kampanya destpê kirin!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bo balê bikişînin ser trajediya jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin revandin li bajarên Stuttgart û Mannheîm ên Elmanya û bajarê Strasbourg ê Fransa xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan bi banga “Li dijî qirkirina cins a DAIŞ têkoşîn” pêk hat.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Qada Schlossplatz a li bajarê Stuttgart ê Elmanya stand vekirin, diyar kirin çeteyên DAIŞ di serî de jinên Êzidî, ji Iraq û Başûrê Kurdistanê jinan direvîne û li bazarên koleyan difiroşe.
Jinan di xwepêşandanê de gotin ku pêwîst e li dijî dijminatiya li hember jinan bi têkoşîna yekgirtî bersiv bê dayîn.
Çalakiyeke bi heman rengî li bajarê Mannheîm jî pêk hat. Jinan li navenda bajêr pankarta “Ji terora DAIŞ re na” daliqandin û standeke agahdarkirinê vekirin. Jinên SKB’yî li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞ banga piştevaniyê kirin.
Li bajarê Fransa yê Strasbourg li Semta Saînt Denîs endamên SKB’yî bermalkên reş li xwe kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn alîkarî kom kirin. Jinan ji bo trajediya Şengalê banga hestiyariyê kirin.