Jinên Şêxmeqsûd fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Şêxmeqsûd fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Şêxmeqsûd fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Taxa Şêxmeqsûd Rojhilat a bajarê Helebê tevlî dewreya perwerdeya bikaranîna çekan bûn.
Bi armanca xweparastinê û amadebûna ji bo rewşên awerte 12 endamên jin ên Meclîsa Gel a Taxa Şêxmeqsûd Rojhilat a bajarê Helebê tevlî perwerdeya fêrkirina vekirin, girtin û bikaranîna çekan bûn. Perwerde hefteyê du caran ji aliyê Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) tê dayîn.
Şervana YPJ'ê Denîz Xelat girêdayî mijarê axivî û got: "Ji ber reweşa heyî ya Taxa Şêxmeqsûd divê her jinek vîna xwe bi hêz bike û xwe ji her êrîşan biparêze.
Xelat anî ziman ku divê jin xwe ji koledariyê rizgar bike û bigihêje azadiya xwe. Xelat got: "Divê jin di vê perwerdayê bikaranîna çekan de parastina xwe di hemû milan de çi ji aliyê ramyarî û çi ji leşkerî de misoger bike."