Jinên Kurd li Swîsreyê li sê bajaran çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li Swîsreyê li sê bajaran çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li Swîsreyê li sê bajaran çalakî pêkanîn
Li du bajarên Swîsreyê jinên Kurd ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê kart ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re şandin, li bajarê Baselê jî çalakiya protestokirina komploya li dijî Ocalan pêkhat.
Ji bo komkujiya 3 jinên Kurd yên şoreşger ya 9’ê Çileyê li Parîsê bê ronîkirin çalakiya kart şandina ji meqamên Fransayê re didome. Her Çarşemê li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyên cûda “edalet” tê xwestin.
Jinên ku li bajarê Bern hatin gel hev, 100 kart ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re şandin, hate ragihandin ku li bajarê Frîburgê jî 200 kart şandine.
Di vê navberê de tevgera jinên Kurd yên li bajarê Baselê biboneya salvegera komploya 15’ê Sibatê çalakiyekî protestoyî pêkanîn. Komek jinan ya 15 kesî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên nûnertiya tekoşîna azadiya Kurd dikin hilgirtin û li ber parlementoyê çalakî li darxistin.