Jinên Kurd li ber NY çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li ber NY çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li ber NY çalakî pêkanîn
Komek jinên Kurd li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenewre ê Swîsreyê kombûn, ji bo ronîkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên siyasetmedar çalakî li darxistin.
Li rexmî ku 168 roj li ser komkujiya Parîsê re derbazbûn hêjan kujerên bûyerê dernexistine, ji ber vê komek ya jinên Kurd ev nêzîkatî protesto kirin û daxwazkirin ku komkujî bête ronî kirin. çalakvana da diyarkirin ku, heta komkujî bê ronî kirin ew dê çalakiya xwe ya nobetê a li ber NY berdewam bikin.
Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hilgirtin û pankarta “Em bang dikin ku, demek ji demekê zûtir komkujiya Parîsê ronî bikin” bi Fransî nivîsî vekirin.
Çalakî di demjimêrên şêvê de bidawî bû.