Jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo di vê mijarê de bikevin nava tevgerê bi rayedarên Organîzasyona Navnetewî ya li Dijî Îşkenceyê (OMCT) hevdîtin pêkanîn û têkildarî mijarê dosya pêşkêş kirin.
Jinên Kurd têkildarî şert û mercên ‘tecrîdê’ ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rayedarên Organîzasyona Navnetewî ya li Dijî Îşkenceyê (Organisation Mondial Centre La Tordure-OMCT) ku navenda wê li bajarê Cenewre yê Swîsreyê ye hevdîtin pêkanîn. Jinên Kurd têkildarî rewşa şert û mercên Ocalan yên di girtîgehê de vegotin û weke din dosyayek jî pêşkêş kirin.
Jinên Kurd diyarkirin ku, biyar dane di rojên pêş de têkildarî heman mijarê dê bi rayedarên OMCT’ê re hevdîtinê bikin û têkildarî mijarê dê çi bikin nîqaş bikin.