Jinên DÎSK'î banga xwedîderketina berxwedana Kobanê li kedkaran kirin

Jinên DÎSK'î banga xwedîderketina berxwedana Kobanê li kedkaran kirin

Jinên endamên DÎSK'ê yên ji Amed, Enqere û Stenbolê hatin û beşdariya nobeda berxwedanê ya li ser sînor bûn destnîşan kirin, ku berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana kedkar û jinan e. Jinan bang li hemû kedkaran kirin ku xwedî li berxwedanê derkevin. 

16 endamên Komîsyona Jinê ya DÎSK ên ji Amed, Enqere û Stenbolê, piştî serdana li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê, berxwedan ji ajansa me re nirxandin. Jinên DÎSK'î bal kişandin ser wate û girîngiya berxwedanê û destnîşan kirin, ku berxwedan bi taybetî ji bo kedkar û jinan xwedî wateyeke mezin e. Endama Komîsyonê Nebîle Irmak Çetîn da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ji bo kedkaran girîng e û anî ziman ku divê sendîka xwedî li vê berxwedanê derkevin.

'BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA JINÊ YE'

Endama Komîsyonê ya ji Enqereyê hat Hatîce Ozarslan jî anî ziman ku ew jî weke taşeron dixebitin, lewma berxwedana Kobanê berxwedana tevahiya jinên kedar e. Endama Komîsyonê ya ji Amedê hat Remziye Yunce jî diyar kir ku Amed vegeruheriyaye Kobanê û bibîr xist ku çalakiyên 6-7'ê Cotmehê xala werçerxê ye.

Endama Komîsyonê ya ji Stenbolê hatiye Sema Barbaros jî da xuyakirin ku berxwedan hînê dewam dike û destnîşan kir ku girîng e ev berxwedan bi taybetî ji bajarên rojava re bê vegotin.