Jineke ku dengbêja çîroka xwe ye!

Jineke ku dengbêja çîroka xwe ye!

Xeyala wê ya herîm ezin bi muzîkê re mijulbûn bû. Bavê wê dibêje ‘Min soz da, tuyê bizewicî’ û li ser vê gotinê hêj di 12 saliya xwe de kesekî 54 salî re zewicî. Hezkirina muzîkê di dilê xwe de veşarî mezin kir. Niha jî li Komeleya Dengbêjan a Jinan ya Wanê xeyal xwe pêk tîne.

Dengbêj Mukaddes li gundekî girêdayê Xizana Bedlîsê hat dinê. Niha 47 saliye. Davê wê ji bo soza ku dabû kesê digot ‘dostê’ mine hêj di 12 saliya wê de bi kesekî 54 salî re zewicand. Ji ber ku ew hevsera sêyêmîn bû û zarokên hevserê xwe yê herî mezin, mezin bû. Piştre wê jî 5 zarok anî dinê. Xeyala wê ya herîm ezin muzîk bû. Lê ev her tim di dilê xwe de jiya. Êşa xwe di kilamên kû çêkirin de anî ziman. Bi salan bêyî ku agahiya kesan hebe, li axuran kilamên ku çêkibû, ji kasetan re xwend.  Hesret û hezkirina wê ya muzîkê tu carî venemirî. Dengbêj Mukkadest nêzî 2 sal berê teklîfek girt. Derfeta wê ya stranên xwe li Komelaya Dengbêjan a Jinan ya Wanê bêje peyda bû. Bi jinên dengbêj yên Wanê re albumek derxist. Di rojê pêş de ji bo projeyên nû dest bi xebatan dike.

Dengbêj Mukkadest seruvena muzîka ku jiya, ji ANF’ê re vegot û ji ber ku armanca xwe ya herî mezin a jiyanê pêk anî, kêfxweşiya wê dijî.

SOZA BAVÊ WÊ JIYANA WÊ TARÎ KIR

Dengbêj Mukaddes di 12 saliya xwe de bi zora bavê xwe hat zewicandin û vê wek xetaya herî mezina jiyana xwe dibîne. Mukaddes wiha pê de çû: “Hevserê min, ji bav êmin re dibêje, hevsera min nexweşe, ger bimire tuyê keça xwe bidî min. Ew jî dibêje, soz, bila 10 keçê min ji te re feda bin. Ji ber ku soz dabûyê, piştî hevsera wî mir ez damê. Bavê min kesekî baş bû, yekane şaşiya wî ev bû ez dam wî zilamî. Ez ji bo hemû kesî dibêjim, tu mafê kesî nîne ku keça 12 salî bidin kesekî 54 salî. Ez bi zarokên hevserê xwe re wek xwişk û bira mezin bûm. Bi hezaran zarokên keç wisa hatin zewicandin. Armanca min ne eve ku kesî xera bikim. Lê ez serî hildidim. Ji min re digotin, ma tu mêran bo xwe hildibijêrî? Bê guman minê hilbijarta. Çima ez kesê pê re dizewicim, hilnebijêrim. Gelo ev ne mafê min bû? Pêşdarazên civakê nedihişt jin parastina xwe bike û rizgariya jinê bi îradeya wê pêkane.

RADYOYA ERÎVANÊ MUZÎK DA HESKIRIN

Dengbêj Mukaddesê diyar kir ku ew gelek ji muzîkê hez dike û wiha got: “Dema biçûk bûm min radyoya erîvanê guhdarî dikir. Dema min stran guhdarî dikir, qeyd jî dikir. Yên kum in diecibandin, min distriya. Ez ji muzîkê hez dikim. Kilamên min jî hene.

MIN KILAMÊN XWE LI AXUR ÇÊKIRIN

Mukaddesê da zanîn ku piştî bi zorê hat zewicandin, bi veşarî kilamên ku çêkirin qeydê kasedan kiriye û wiha got: “Hezkirina muzîkê bi min re tu carî neqediya. Piştî zewicim, kilamên min li ser xwe çêkirin, min qeydê kasedêkir. Bi sedan kilamên min çêbûn. Ez ji zarokatiya xwe hewesdar bûm. Min jiyana xwe li stranan nivîsî.”

GIHIŞT XEYALÊN XWE

Dengbêj Mukaddes da zanîn ku piştre teklîfek bo wê tê û jiyana wê diguhere. Mukaddes wiha pê deçû: “Rojekê li min geriyan.Ji min pirsîn ka tu dixwazi li Komeleya Jinan a Dengbêjên Wanê bixebitî. Ez gelek kêfxweş bûm. Min bi zarokê xwe re parve kir. Piştgirî dan min. Nihame album derxist. Di rojên pêş de xebatên meyên nû hene.”