Jina ciwan a 17 salî teşebûsê întîxarê kir

Jina ciwan a 17 salî teşebûsê întîxarê kir

Hate îdiakirin ku li mezraya Çoban a gundê Hacixalit a navçeya Giyadînê ya Agiriyê xwendekara lîseyê ya bi navê Z.P (17) bi çeka nêçîr hewildana întîxarê kir.

Hate îdîakirin ku li mezraya Çoban a gundê Hacixalit a navçeya Giyadînê ya Agiriyê xwendekar lîseyê ya bi navê Z.P (17) şevê din li ber malê bi çeka nêçîr gule li zikê xwe da. Cîranên bi dengê çekê hatin cih bûyerê jina ciwan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê. Piştî mudaxeleya yekemîn Z.P. sewqî Navenda Tipê ya Nadîm Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Hate hînbûn ku talukeya jiyana ya Z.P. berdewam dike.

Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.