Jin wê mijara kuştinan û çareseriyê nîqaş bikin
Jin wê mijara kuştinan û çareseriyê nîqaş bikin
Jin wê mijara kuştinan û çareseriyê nîqaş bikin
Rêxistinên jinan, li ser kuştina jinan ku roj bi roj zêde dibe konferansekê lidar dixin. Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştina Jinê Rawestînin Gulsum Kav da xuyakirin ku ev konferans yekemîn konferansa li ser mijara kuştina jinê ye û got, "Eger em bi hev re tevbigerin, em ê karibin bi ser bikevin." Kav banga tevlîbûna konferansê li jinan kir.
Partiyên siyasî û rêxistinên jinan, li ser mijara kuştina jinê konferansekê lidar dixin. Konferans wê bi navê "Kuştina Jinê û Rêyên Çareseriyê" pêk were û parlamenterên jin, rojnamevanên jin, malbatên jinên hatin kuştin û gelek aktîvîst beşdar bibin. Konferans wê sibê li Navenda Çanda Bajêr a Şîşlî saaet di 11'an de destpê bike. Li dû nîqaşên tevahiya rojê bên meşandin, wê di çarçoveya pêşniyarên li ser çareseriya pirsgirêka kuştina jinê, encamname bê amadekirin û bi raya giştî re were parvekirin.
Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştina Jinê Rawestînin Gulsum Kav beriya konferansê ji ANF'ê re axivî. Kav ragihand ku ew ê di konferansê de li sedemên kuştina jinê û rêbazên çareseriya vê rewşê rawest in û diyar kir ku ji hemû jinên beşdar re wê bi awayekî wekhev mafê axaftinê bê dayîn.
Kav diyar kir ku beriya niha konferansek li ser mijar 'kuştina jinê' nehatiye lidarxistin, lewma konferansa wan ê di vî warî de hewldaneke yekemîn be.
'EM BI HEV RE TEVBIGERIN, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Kav da zanîn ku li gel hemû hewldanên wan ên heta niha hatine kirin jî kuştina jinê dewam dike û got, "Kujerekî jinê radibe dikare bêje 'min mafê xwe yê kuştinê bikar anî'. Me jî got ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi hêzeke mezintir heye û li ser vê bingehê weke saziyên cuda em li hev civiyan. Li gel axaftina li ser çareseriyê, em dixwazin vê carê mejî û keda xwe bikin yek. Em dixwazin mezintirîn civîna ku heta niha nehatiye kirin lidar bixin, hêzên ku heta niha nehatine cem hev, bicivînin. Em di wê baweriyê de ne, ku bi yekgirtinê em dikarin bi ser bikevin. Ji bo em çareseriyê birêxistin bikin, em jin vê carê li hev kom dibin."
Kav herî dawî bang li hemû jinan kir ku beşdarî konferansê bibin.