Jin wê di 25’ê Mijdarê de biçin Pirsûsê
Jin wê di 25’ê Mijdarê de biçin Pirsûsê
Jin wê di 25’ê Mijdarê de biçin Pirsûsê
Jin di ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Naveneteweyî’ dê biçin ser sînorê Kobanê.
Rêxistinên Jinan ên Amedê der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Naveneteweyî de ji bo plansazî û çalakiyan hatin cem hev. Di civîna ku hate kirin de biryar hat girtin ku di 25’ê Mijdarê de bi armanca mezinkirina berxwedana Kobanê dê biçin sînor.
Jinên ku xwe amade dikin di 25’ê Mijdarê de li dijî zext, taciz, tecawiz û tundiyê dakevin kolanan, li Amedê ji bo plansaziyê hatin cem hev.
Bi pêşengiya DOKH’ê, Navenda Jinan a Kardelenê, Navenda Jinan a Ekîn Cerenê, EPÎDEM, Navenda Jinan a Amîda, KADEM, Meclisa Jinan a Sosyalîst, Meclisa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a KCD’ê, Komîsyona Jinan a KESK’ê, Komîsyona Jinan a ÎHD’ê, Keskesor, rêxistinên Jinan yên Yenî Demokratîk û nûnerên saziyan tevli bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên demokrasiyê destpê kir. Endama DOKH’ê Zeynep Boga axaftina vekirinê kir û got şîdet li her derê cîhanê xwedî dîrokek kur e û şîdeta li ser jinê bi her awayî didome.
Boga da zanîn ku roja ku jin neyên qetil kirin nîne û ligel vê jinên ku li rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin jî rastî şîdetê tên. Boga got: “êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên Şengalê tê dîtin. Lê bi berxwedana Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya hatiye dîtin ku berxwedaneke hevpar bi hev re tê hunandin. Ji ber vê em di 25’ê Mijdarê de ji şîdeta li ser jinê re dibêjin bes e.
Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat meşandin de der barê 25’ê mijarê de pêşniyar hatin kirin.
Li gorî vê ji 16’ê mijdarê û şûnde dê li her bajar û navçeyê heta 22’ê mijdarê bername pêk bên. Di 23’ê mijdarê de jî saet di 13.00’an de ji Parqa Koşuyolu heta qada îstasyonê meş dê pêk bê, zincîra aştiyê bê avakirin. Di 25’ê Mijdarê de jî dê biçin Pirsûsê.
Ji bo plansaziya van çalakî û bernameyan komîsyoneke ku ji 14 kesan ku her yek ji saziyekê ne pêk tê, hat avakirin.