Jin li Berlînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Jin li Berlînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Jin li Berlînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li paytexta Elmanya Berlînê, di çarçoveya kampanya "Jin ji bo Rêbertiya xwe û Azadiya xwe çalakiyan lidar dixin" de roja 15'ê Mijdarê meşek hat lidarxistin. Jinên Kurdistanî xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û qirkirina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve hat şermezarkirin.
Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berlînê Destdan ve hat organîzekirin û li meydana Wittenberplatzê ya li navenda bajarê Berlînê destpê kir. Jinên Kurdistanî û dostên wan li dû pankarta bi nivîsa "Jin ji bo azadiya Ocalan û azadiya xwe têdikoş in" meşiyan.
Jinên Kurd ên bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn, rastî eleqeyeke mezin hatin û posterên Ocalan û alên KJK'ê hildan. Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî" qîriya.
Meşa ku diviyabû li meydana Adaneurplatzê bi dawî bibûya, ji ber astengiya polîsan li Kuddammê bi dawî bû. Jinan bi dirûşme û tililiyan helwesta polîsan şermezar kirin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser tecrîda 15 sal in li Girava Îmraliyê li ser Ocalan tê meşandin û hat gotin, "Paradîgmaya civaka demokratîk a Ocalan diyar kir, temînata azadiya jinê ye. Têkoşîna me heta bi destxistina endamê wê dewam bike."