Ji Wezîrê Karê Navxweyî giştînameya bombeya gazê

Ji Wezîrê Karê Navxweyî giştînameya bombeya gazê

Piştî di pêvajoya berxwedana Gezî de nêzî 8 hezar mirov di êrîşa polîsan de birîndar bûn ji Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler giştînameyek hat.  Li beramberî daxwaza raya giştî ya qedexekirina bombeyên gazê, Wezîr Guler talîmata wê gulleyên gazê çawa were bikaranîn da.

Di giştînameya bi îmzeya Wezîr Muammer Guler, bi navbeynkariya waliyan ku ji tevayî yekîneyên polîsan re hat şandin de,  di pêvajoya çalakiyên Gezî de hat piştrastkirin ku polîsên sivîl dar bi kar anîne.  Di giştînameya ku “Helwesteke ku bi teşkîlata ewlekariyê nakeve” hat nirxandin, hişyarên wek divê gulleyên gazê ji mesafeyeke  40 metreyî kêmtir neyê bikaranîn û divê neyê hiştin ji bilî polîsan ji derve de kes mudaxele bike cih digirin.

Di giştînameyê de tê gotin ku divê destûr neyê dayîn kesên li hemberî çalakiyan bi bertek bi dar û satoreyan mudaxele bikin û kesên wiha tavilê radestî rayedarên edlî werin kirin.