Ji Şêxmeqsûd koçberiyê destpê kir

Ji Şêxmeqsûd koçberiyê destpê kir

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê piştî ku Artêşa Azad di 29’ê Adarê de ket taxê û di navbera wan û alîgirên rejîmê de pevçûn derketin, li taxê wêraniyê destpê kir. Ji ber pevçûnên didomin û topbarana rejîmê bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Îro jî bi sedan welatiyan dest bi koçê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, li Cisrê Ewarib a li destpêka Taxa Şêxmeqsûd di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Di dema pevçûnê de hêzên rejîmê rojhilat û rojavayê Taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di topbarana ku saet di 02.00’an de destpê kir û hîn didome de, welatiyên ku birîndar bûne hene û gelek avahî jî hilweşiyan.

PEVÇÛN DIDOMIN

Pevçûn di navbera komên çekdar û rejîmê de li benda El Ewarib û Taxa Bustan Başa berdewam dikin. Ji dema pevçûnên ku di 29’ê Adarê de destpê kirin û hîn didomin de heta niha 60 top li Taxa Şêxmeqsûd Şerqî ketine. Di encama van topbaranan de 4 ji wan zarok 60 kes birîndar bibûn.

BI KETINA KOMÊN ÇEKDAR RE WÊRANÎ HAT

Piştî ku komên bi navê Lîwa Cephet El Ekrad, El Furqan, Ehrar Sûriye, Dire El Cebel di 29’ê Adarê de ketin Taxa Şêxmeqsûd Şerqî û êrîşî malbata El Mardeliye ku tê gotin alîgirên rejîmê kirin, di navbera herdu aliyan de pevçûn derketin. Komên çekdar gelek alîgirên rejîmê girtin û kuştin. Hinek jî li pêşiya Mizgefta Hesen a li nêzî Ewarib kuştin. Piştî van pevçûnan rejîmê tax topbaran kir. Bi van pevçûn û topbaranên ku tu feydeyê şêniyên taxê tê de tuneye re, wêraniyê jî destpê kir. Hate gotin ku, komên çekdar li taxê diziya malan, seyareyan û dikanan dikin. Ev jî di nava gel de bû sedema nerazîbûnên dijwar.

KOÇBERIYÊ DESTPÊ KIR

Piştî topbaranê û pevçûnên ku dibin sedema kuştin, birîndarkirin û hilweşandinê, şêniyên taxê jî ber bi Şêxmeqsûd Xerbî, bajarên Efrîn û Kobanê ve dest bi koçberiyê kirin. Ji ber topbaran û pevçûnên ku hîn didomin, welatî malên xwe bar dikin. Welatiyên ku derfetên wan hene bi wesayîtên xwe koç dikin, ên ku wesayîtên wan nînin jî, seyareyan kirê dikin. Lewre kiriya seyareyan jî buhay bûye. Hate ragihadin ku seyareyek ji Helebê malbatekê bi 2 hezar lîreyê Sûriyê dibe Efrînê. Li gel vê yekê jî wesayît bidest nakevin.

CIWANÊN KURD DIGIRIN

Di vê navberê de hate ragihadin ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li Taxa Esekeni El Şebabî ku li ser riya penaberan e, noqteyên kontrolê danîne û ciwanên Kurd ên ji ber şer direvin digirin. Hate gotin ku, komên çekdar ciwanan bi îdîya ku “leşkerên Sûriyeyê ne” digirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku, pêkanîna komên çekdar îro destpê kiriye û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 20’an de ye têne girtin.

LI NAVÇE Û GUNDAN JÎ PEVÇÛN DIDOMIN

Li aliyê din hate ragihandin ku, gundên derdora Helebê jî têne topbaran kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, topek li navçeya Herîtanê ya Helebê ketiye û zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li navçeya El Sifîrê jî di navbera komên çekdar û hêzên rejîmê de pevçûn derketine û didomin.  Hate hînbûn ku li derdora Balefirgeha Helebê jî pevçûn didomin.