Ji şer reviyan nava sefaletê!

Ji şer reviyan nava sefaletê!

Du hêwiyên hev ku ji Sûriyeyê reviyan û hatin Îzmîrê bi 10 zarokên xwe re bi alîkariya ku ji cîranên xwe digirin, têkoşîna jiyanê didin. Ji zarokan 3 hem astengdarin û kurê herî mezin yê malbatê jî nexweşê epîlepsiyê ye.

Li taxa Ballikuyu ya Îzmîrê 7 meh berê malbata ji bajarê Halep a Sûriyeyê reviya di nava xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin. Her du hêwiyên ku hevserê wan li Sûriyeyê ma, nekarin zarokên xwe yên astengdar derman bikin û  dermanê zarokên xwe yên nexweşên epîlepsê ku divê her roj bikar bîne nekarin peyda bikin. Bi nêzîkatiya zivistanê re malbat bi pirsgirêka cemidandinê re rû bi rûne û di xaniyekî du ode de bi alîkariya ku ji cîran girtibû jiyana xwe didomînin.

Ji malbatê M.H tiştê dijîn ji ANF’ê re vegot û got: “Ji bo em jiyana xwe bidomînin em ji şer reviyan. Emê li vir ji birçînan bimirin.

GELO DÊ ÎRO ZIKÊ ME BIRÇÎ BIMANA

M.H da zanîn ku ev 7 meh e, her roj bi fikara ku ‘em îro dê çawa xwe têr bikin’ şiyar dibin û  wiha got: “Şer mala me, karê me ji destê me girt.  Ji bo em xwe xilas bikin em  hatin vir. Niha em ditirsin ku ji birçîna bimirin. Bila xwedê ji cînarên me razî be. Em neçarin li vî xaniyê biçûk bijîn. Kîra 220 TL ye. “

EM NEKARIN ZAROKÊN XWE DERMAN BIKIN

M.H diyar kir ku ji zarokan 3 heb astengdarin û kurê wan yê 27 salî nexweşê epîlepsiye û wiha got: “Di her sê çavên zarokên me de pirsgirêk heye. Di heman demê de keça min jî nekare bimeşe. Divê emeliyet bibe. Kurê hêwiya min, nexweşê epîlepsiye. Divê her roj dermanan bikarbîne. Hêza me têr nake. Em vê rewşa zarokên xwe dibînin û dijîn.”

HEVSERÊ WAN LI SÛRIYÊ MA

Hevserê min li Sûriyeyê ma. Li wir li xalê xwe yên nexweş dinêre. Ew li vir bûya jî dê tiştek neguheriya. Ji ber ku em kar nabînin.  Karê ku em dibînin jî rojaneye û em tenê zikê xwe têr dikin.”

 

Li aliyê din malbateke din ya Sûriyeyê ku li heman taxê dijîn di nava heman sefaletê de ye. Jina bi navê R.H ya ku du caniye û dê di nava 10 rojan de zaroka xwe bîne dinê, got: “Ez ducanî me. Di nava çend rojan de dê zaroka min bê dinê. Ezê çi bikim. Ezê biçim kîjan nexweşxaneyê. Pereyê me nîne. Li malê dê kî alîkariyê bide min? Bi rastî ez pir bê çareme. Em li bende alîkariyê ne.