Ji sendîkayên Fransayê daxwaza azadiya Ocalan
Li Fransayê, di greva li gelemperiya welêt a bi pêşengiya mezintirîn sendîkaya karkeran CGT de, sendîkavanan di 18. salvegera komploya 9'ê Cotmehê de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Li Fransayê, di greva li gelemperiya welêt a bi pêşengiya mezintirîn sendîkaya karkeran CGT de, sendîkavanan di 18. salvegera komploya 9'ê Cotmehê de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Li Fransayê, di greva li gelemperiya welêt a bi pêşengiya mezintirîn sendîkaya karkeran CGT de, sendîkavanan di 18. salvegera komploya 9'ê Cotmehê de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Lîderê Eniya Çep Jean-Lûc Melenchon jî diyar kir ku ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê bide HDP'ê, ew ê biçe Kurdistanê.
Li dijî polîtîkayên şidandina kemberê kedkar li bajarê Fransa Toûloûse daketin kolanan û rewş şermezar kirin. Ji pêkhateyên çep Myrîam Martîn, Sekretera CGT Chrîstîne Rosemborg û parlamenter Pîerre Lacaze tevî 3 hezar kesan beşdarî grevê bûn. Karkeran her wiha destek dan kampanya azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerê Fîlîstînî Georges Abdullah ê 32 sal in li girtîgeha Îsraîlê tê ragirtin.
Kampanya ji bo azadiya Ocalan û Georges Abdullah, bi pêşengiya tevgera aştiyê ya cîhanê, bi tevlîbûna gelek derdorên demokratîk hatibû destpêkirin. Kampanya di bin navê 'Tu jî ji bo azadiyê selfiyekê bikişîne' hat destpêkirin û gelek saziyên çep, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên sosyalîst ên li gelemperiya Ewropayê destekê didin. Di çarçoveya kampanyayê de, beşdarekî kampanyayê li ser kaxizekê nivîsa "Free Ocalan û Georges" dinivîne, bi vî rengî wêneyê xwe dikişîne û wêneyê xwe li ser malpera Înternetê ya tevgera aştiyê diweşîne. Heta niha bi hezaran kes beşdarî kampanyayê bûne.
Endama Tevgera Aştiyê Roza Dêrsim diyar kir ku armanca wan 5 mîlyon selfî ye. Dêrsim da xuyakirin, ku heta niha ji gelek deverên cîhanê selfî hatine û destnîşan kir ku armanceke din a wan ew e, ku di sala 18'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de nîşanî tevahiya cîhanê bidin, ku komplo pûç bûye.
Parlamenterê Parlamenta Fransayê Pîerre Lacaze li çalakiyê peyivî û bibîr xist, ku Ocalan di encama komployeke navneteweyî de dîl hatiye girtin. Lacaze got, "Wê demê ji bo azadiya wî, divê em zemîneke têkoşînê ya navneteweyî ava bikin."
Lacaze ragihand, ku li welatên Ewropayê, di serî de Syrîza tevgerên çep ên radîkal serketineke mezin bi dest xistine û ew li bendê ne li Tirkiyeyê jî HDP heman serketinê bi dest bixe. Lacaze diyar kir ku ji bo HDP bi ser bikeve, weke tevgerên çep ên Ewropayî ew ê bi hemû hêza xwe destekê bidin.
Di vê navebrê de lîderê Eniya Çep Jean-Lûc Melenchon jî ragihand, ku ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê bide HDP'ê ew ê biçe Kurdistanê.