Ji Şaredariya Amedê bo 600 kesî perwerdeya bermahiyên tibî

Ji Şaredariya Amedê bo 600 kesî perwerdeya bermahiyên tibî

Kampanya Paqijiyê a 2013ê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê mezin ve tê birêvebirin li seranserê bajêr tê meşandin, mebesta wê ew e ku qirêjkerên ku zirarê didin tenduristiya mirovan û jîngehê gemar dikin daxînin asta herî jêr. Bi vê armancê, bermahiyên ku ji aliyê sazî û dezgehên tenduristiyê ve têne bikaranîn, ji bo bi awayekî rast û pêzanî bêne vavartin, komkirin, guhastin û depokirin perwerdeya serwextbûnê hate dayîn. Di Qonaxa 1emîn a Kampanyayê de xebatkarên nexweşxaneyan û xebatkarên paqijiyê hatin rahênan.     

Şefê Bermahiyên Tibî Nîhat Şener ê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê de dixebite li gel endezyar Yasemîn Gonca Dîlek û Mehmet Ozdemîr bi rahênaneke dîtbarî gotin ka divê bermahiyên tibî çawa bêne pûçelkirin.

Di Qonaxa 2yem a Kampanyayê de dê 206 dezgehên tenduristiyê ên navîn û biçûk ku bermahiyên tibî hildibêrin bêne perwerdekirin. Di Qonaxa 3yem a Kampanyayê de jî derbarê mijarê de li ser serbihûrk, billboard, rûkirasên siwareyan broşûr bêne daliqandin û bala gel bê kişandin. Bi vê re mebest ew e ku bermahiyên tibî ji malan deynin saziya tenduristiyê a herî nêzik.