Ji Rojava re alîkarî didomin
Ji Rojava re alîkarî didomin
Ji Rojava re alîkarî didomin
Piştgiriya ji bo gelê Rojava ku di pêşengiya şaredariyên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî de hatiye destpêkirin berdewam dike. Zexîreyên ku di çarçoveya alîkariyê de hatin cem hev, li Nisêbînê tên komkirin û dişînin ji Rojava re.
WAN
Li Wanê di pêşengiya Şaredariya Wanê de Rêxistina BDP'ê ya Wanê ji bo piştevaniya gelê Rojava dest bi komkirina zexîreyan kir. Serokê BDP'a Wanê Musa Îtah bang li hemû gelê Wanê kir û xwest piştevaniya xwe ya bi Gelê Rojava re bînin ziman. Îtah da zanîn ku, dê alîkariyê li Seyîd Fehim Arvasî kom bikin û piştre ji gelê Rojava re bişînin. Îtah anî ziman ku, dê di Newroza Îsal de bi coşek mezin Gelê Rojava silav bikin û piştgriyê bidin berxwedana wan"
ÊLIH
Li Êlihê jî rêxistina BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî kampanya pitevanî û alîkariyê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Heta niha 9 kamyon alav û amûrên zexîre û piştevahiyê hatin komkirin û ji bo bişînin Qamişlo ber bi Nisêbînê ve birêkirin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê kampanya berdewam dike. Li hemû tax û kolanan kampanya berdewam dike û alîkariya tê komkirin bi kamyonan dişînin Nisêbînê.
NISÊBÎN
Ji Êlihê 8 kamyon, TIR'ek, transîtek malzemeyên tibbî û dermanên, ji Qoserê 3 kamyon û TIR'ek, ji Dêrikê kamyonek, ji Farqînê kamyonek, ji Misûriyê kamyonek, ji Silopiyê 2 kamyon, ji 3 kamyon jî ji Nisêbê hatin. Alîkariya zexîre û malzemeyên tenduristiyê yên li Nisêbinê hatin komkirin dê di deriyê sînor ê Nisêbînê re bişînin Qamişloyê.