Ji rêxistina Efuyê li hikûmeta Swêdê rexneya mafê mirovan

Ji rêxistina Efuyê li hikûmeta Swêdê rexneya mafê mirovan

Sekreterê giştî yê Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Lîse Berg û  sekreterê Giştî yê saziya alîkariya mirovahî Dîakona Bo Forsberg, di gotarên xwe yên di rojnameya Dagens Nyheter de hat weşandin de, diyar kirin ku welatên ku Swêdê derfetê razamenî û bazirganiyê didê, binpêkirinên mafên mirovan nayne rojevê.

Wezîrê bazirganiyê Ewa Bjorlîng di gotara xwe ya di 17’ê mehê de hate weşandin de hat diyar kirin ku Swêdê razemenî û îhracata xwe zêde kiriye û her wiha diyar kiribû ku  di nava wan de Çîn, Rusya, Emirtiyên Ereban yê Yekbûyî, Endonezya, Iraq, Israîl, Kazakîstan, Meksîka, Nîjerya, Suudî Erebîstan, Ukrayna û Tirkiye jî di nav de 20 welat, derfetê razemenî û bazirganî bidê.

Berg û Forsberg da zanîn ku hikûmeta Swêdê prensîbên mafê mriovan yên ku OECD’ê di îhracatê de diyar kirine qebûl kiriye, her wiha ji bo ku NY di sala 2011’an de ji bo piştgiriyê bidin fîrmayên îhracatê dike rêbazên wan yên rê nîşandanê hene.

Di gotarê de hat gotin ku her sal hikûmeta Swêde rapora mafê mirovan diweşîne û di rapora de ligel ku tê gotin li  Çîn, Rusya, Emirtiyên Ereban yê Yekbûyî, Endonezya, Iraq, Israîl, Kazakîstan, Meksîka, Nîjerya, Suudî Erebîstan, Ukrayna û Tirkiye binpêkirinên mafan tên jiyîn jî, derfet bo van welatan tên dayîn û ev jî pêngaveke şaş e.

Berg û Forsberg gotin bazirganî bo aboriyê pêşveçûneke baş e û lê di hinek rewşan de rê li ber binpêkirina mafan vedike û got polîtîkaya hikûmeta Swêdê di prensîbên NY û  OECD’ê ve dikeve naqokiyan.

Nivîskaran got wezîrê bazirganiyê dema behsa têkiliyên bazirganiyê ya bi van welatan re dike, mafê mirovan nayne rojevê. Li gorî daneyên Enstîtuya Îstatîstikê ya Dewletê (SCB) sala borî  Swêdê 1170 mîlyar kron îhracat kiriye.