Ji rêxistina DBP û HDP’ê ya Îdirê xebatek watedar
Li Îdirê DBP û HDP’ê ji bo meha Remezanê teqwîma taybet derxist û li gel belav kir.
Li Îdirê DBP û HDP’ê ji bo meha Remezanê teqwîma taybet derxist û li gel belav kir.
Li Îdirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo meha Remezanê teqwîma taybet derxist û li gel balav kir. Endamên rêxistina DBP û HDP’ê li kûçeyên Îdir, navçe, bajarok û gundan serdana gel kir û ji bo meha Remezanê teqwîma taybet li gel belav kir û meha Remzanê li gel pîroz kir. Gelê herêmê jî bi dilgermî endamên DBP û HDP’ê pêşwazî kirin û keyxweşiya xwe diyar kirin.
Di teqwîma taybet ya DBP û HDP’ê de wêneyê Ehmedê Xanî, Selheddînê Eyyûbî, Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî heye. Her wiha di teqwîmê de tîpên destpêkê yên Elîf, Bê û dua yên Qur’anê jî cîh hene.