Ji Rewşenbîrên Fransî li dijî nîjadperestiyê helwest
Ji Rewşenbîrên Fransî li dijî nîjadperestiyê helwest
Ji Rewşenbîrên Fransî li dijî nîjadperestiyê helwest
Wezîra Dadê ya Fransayê Chrîstîane Taubîra ku di hefteyên dawî de bû hedefa êrîşên nîjadperest, rewşenbîrên Fransayê piştgirî dayê. Rewşenbîran ji bo Taubîra şevek hat organîzekirin û li gorî rewşenbîran, di esasa gotinên nîjadperest yên Fransayê de zîhniyeta ji dema mêtînger meya heye.
Li hemberî Wezîra Dadê ya Fransayê Chrîstîane Taubîra ku ji Guyana ye, xwepêşendan û her wiha di kovara Mînute de ji bo wê gotina ‘meymuna bêdeng’ hat bikaranîn û li dijî bertek didome. Rewşenbîrê bi pêşengiyan fîlozofê navdar Bernard-Henrî Levy, li Parîsê li taxa Saînt-Germaîn ya Parîsê şevek organîzekirin û piştgirî dan Taubîra û bang hat kirin ku li dijî gotinên nîjadperest têkoşînê bimeşînin.
Şeva ku ji aliyê kovara wêjeyê ya La Rêgle du Jeu û saziya SOS Racîsme ve hat organîzekirin de, Chîstîane Taubîra axivî û diyar kir ku her kes xwedî mafên wekhevin û ji bo kesên ku piştgirî dane wê spas kir û bang li aliyên nîjadperest kir ku bi hestiriyar tevbigerin.
LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ HÊRS DI ASTA JOR DE YE
Di şevê de Bernard-Henrî Lêvy axivî û got: “Em bertekên xwe yên li dijî nîjadperestiyê divê bînin ziman. Zarokekî ji bo Taubîra heqeretek kir û ev yek di kovara Mînute de hate dubarekirin. Em li dijî vê gelek nerehet bûn.”
Nivîskara femînîst Carolîne Fourest jî da zanîn ku ev heqereta li dijî wezîra dadê ya reşik hatiye kirin, nîşan dide ku pirsgirêkek demokrastiyê ya rastîn heye.
GOTINÊN NÎJADPEREST MÎRATEYA ZÎHNİYETA MÊTÎNGERE
Serokê komeleya têkoşîna li dijî nîjadperestiyê SOS Racîsme, Domînîque Sopo jî da zanîn ku ev êrîşên bi vî rengî mîrateya zîhiniyeta mêtînger û koletiyê ya li Fransayê ye.
DI 30’Ê MIJDARÊ DE MEŞ
Wezîra reşik ya Fransayê di 25’ê cotmehê de destura zewaca hevzayend dabû. Komên li dij vê zewacê protesto kiribûn û di protestoyan de zarokek keç wezîr Taubîra wek ‘meymun’ bi nav kiribû. Di komê de tu kesî mudaxaleyê vê zarokê nekir. Hefteya borî kovara Mînute jî ev gotin di rupela sereke de bi cih kiribû. Der barê kovarê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Li dijî vê nîjadperestî û dijminahiyê dê di 30’ê mijdarê de li Parîsê xwepêşendaneke mezin pêk were.