Ji PM û HDP’ê banga ‘Ocalan’ û ‘Muzakereyê’

PM û HDP’ê, encamanameya civîna xwe ya duh eşkere kir. Di encamnameyê de daxwaz hate kirin ji bo ku hevdîtinê bi Ocalan re bê kirin divê bi lezgîn heyet biçe Îmarliyê.

Di encamnameyê de bertek nîşanî Rewşa Awarte hate kirin, banga muzakereyê hate kirin. PM û HDP, bang têkoşîna hevpar li hêzên demokrasiyê kirin.

Li Enqereyê 24’ê Tîrmehê Meclîsa Partiya HDP’ê kom bibûn, encamnameya civîna xwe eşkere kirin.

Piştî civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê encamnameya dawî ji raya giştî re hat parveklirin û hat gotin ku divê demildest dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û di demek herî nêz de heyet biçe Îmraliyê, wê ev di gelek aliyan de bibe gaveke girîng.

Di encamnameya dawî de gelek biryarên girîng hatin girtin, hat gotin ku Tirkiye di dîroka xwe de şkestekekî dijî û ev tişt hat gotin: "Cuntayeke leşkerî li dijî gel êrîş da destpêkirin û êrîşê parlamentoyê kir û xwest desthilatdariyê bixe destê xwe."

TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN

Di encamnameyê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat rawestan û hate destnîşankirin ku divê tecrîd bê dawîkirin û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinekî pêk bînin, wê ev di gelek aliyan, gavên erênî bi xwe re bîne.

Di dawiya encamnameyê de bang li tevahî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesên alîgirê demokrasî, aştî û kedê ne û di vê çarçoveyê de têkoşînê didin, hemû sazî, sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên girseya siyasî, jin, ciwan, rêxistinên derûdor, welatiyên demokrat ên xwedî wijdan hat kirin ku ji bo ewlehiya civakê û azadiyê di civaka demokratîk de cih bigirin û bi hev re têkoşînê bidin meşandin.