'Ji pêncan çar parê jiyana xwezayî di rewşeke metirsîdar de ye'

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (AEE) ve hate weşandin, ji pêncan çarê herêmên jiyana xwezayî ya li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di bin metirsiyê de ne.

Li gorî raporê, hejmara herêmên jiyana xwezayî ku bi taybetî ji ber aktîvîteyên mirovî ketine bin metirsiyê di salên dawî de zêde bûye.

Di rapora AEE'yê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 2007-2012'an ji sedî 77 ê qadên jiyana xwezayî yên li welatên Yekîtiya Ewropayê 'di rewşeke nebaş' de bûn, lê belê ev rêje di navbera salên 2013 û 2018'an de gihîştiye ji sedî 81. Yek ji amadekarên raporê Carlos Romano hişyarî da û got, "Divê em li gelemperiya Ewropayê (qadên xwezayî) ji nû ve binirxînin."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GERMAHIYA GLOBAL ŞERT E'

Romao ragihand ku li tevahiya welêtn Yekîtiya Ewropayê parastina qadên jiyana xwezayî ne tenê parastina cihêrengiya biyo ye û got, "Ev yek ne tenê ji bo cihêrengiya biyo pêwîstî ye, di heman demê de ji bo bernameya têkoşîna li dijî guherîna avhewayê jî hewcedarî ye."

Li gorî rapora AEE'yê, di navbera salên 2013 û 2018'an de li tevahiya Ewropayê ji cûreyên çivîkan tenê ji sedî 47 di rewşeke 'baş' de bûn. Ev rêje di navbera salên 2007 û 2012'an de ji sedî 52 bû.

ZIWATÎ Û AKTÎVÎTEYÊN MIROVÎ

Di vê rewşê de rola aktîvîteyên mirovî gelekî zêde ye. Di raporê de hate ragihandin ku çandinî, bajarvanî, aktîvîteyên tûrîstîk û şahiyê, bikaranîna daristanan ji bo armancên demkurt û qirêjiya hewayê sedemên bingehîn ên rewşa metirsîdar a li ser qadên jiyana xwezayî ne.

Di raporê de tê destnîşankirin ku gelek cûreyên sihorî û hamster ji ber zibilê di çandiniyê de tên bikaranîn kêm bûne. Her wiha tê ragihandin ku li gelek herêman ji ber germahiya zêde jiyana xwezayî ketiye rewşeke metirsîdar.

'QADÊN SÎT ÊN XWEZAYÎ HÎN ERÊNÎ NE'

Di rapora AEE'yê de yekane daneya ku 'erênî' hatiye nîşandan, qadên sît a xwezayî ye ku tên parastin. Di raporê de tê destnîşankirin ku qadên sîtê li gorî herêmên ne di vê statuyê de ne bêhtir tên parastin. Qadên sîtê yên xwezayî li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê ji sedî 18, li qadên deryayî jî ji sedî 10 ê parzemînê ye.

Lê belê gelek rêxistinên hawirdorparêz dixwazin ku rêjeya qadên sîtê yên xwezayî li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê bibe ji sedî 30.

Her wiha hate ragihandin ku tevahiya yekîtiyê, ji cûreyên heywanên kovî bi rêjeya ji sedî 27 baş hatine parastin, ev rêje li gorî dema navbera salên 2007 û 2012'an bi 5 pûanî zêde bûye.