'Ji min re dibêjin; me te nekir bersûc, were bibe şahid'

Derket holê, navê rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy weke şahid li gilînameya li ser komkujiya Gara Enqereyê hatiye bicihkirin.

Rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy, ku hat îdîakirin di medya civakî de beriya pêkhatina komkujiya Enqereyê nivîs li ser bûyerê nivîsiye 2 caran hate binçavkirin, hat girtin û îşkence lê hate kirin, derket holê ku weke şahid li gilînameya komkujiya Enqereyê hatiye bicihkirin. Polatsoy bi rêya parêzerên xwe bi vê rewşê hesiya. Rojnamevan Polatsoy li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Polatsoy ê matmayî maye dibêje, "Bi awayekî vekirî ji min re dibêjin; 'em bi te re mijûl bûn, me nekarîbû te bikin bersûc. Wê çaxê bê bibe şahid'."

Rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy demekê di nava HDP'ê de siyaset kir. Bi îdîaya ku beriya rûdana komkujiya Enqereyê di medya civakî de agahî li ser nivîsandiye, hate binçavkirin, girtin û îşkence lê hate kirin. Halbûkî kesê bi navê Erhan Ozel ê rojekê berî wî hatibû binçavkirin, li xwe girtibû ku wî ev tweet nivîsandiye. Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo teza xwe ya 'rêxistina terorê ya kokteyl DAIŞ-PKK' xurt bikin, Polatsoy kirin hedef. Derket holê ku navê Polatsoy vê carê weke şahid li gilînameya li ser komkujiyê hatiye bicihkirin.

'BÛYEREKE BI VÎ RENGÎ YA PÊKENOK ANCAX LI TIRKIYEYÊ BIQEWIME'

Polatsoy ji parêzerê xwe hîn bû ku rewşeke bi vî rengî heye. Polatsoy da xuyakirin, ku bûyereke bi vî rengî ya pêkenok ancax li Tirkiyeyê biqewime û got, "Bi israr xwestin min bikin bersûc. Balkêş e niha min weke şahid li nava dosyayê bi cih kirine." Polatsoy diyar kir, tevî ku wî tweet nenivîsandiye û neçûye mîtînga aştiyê jî, navê wî weke şahid li dosyayê hatiye bicihkirin û got, "Gelo ez ê şahidiyê ji çi re bikim? Ez bi xwe neçûme mîtînga aştiyê ya li Enqereyê. Hingî li Rihayê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê hebûn; min karê hilbijartinê dimeşand."

'MELÎH GOKÇEK Û MEDYA ALÎGIRÊ DESTHILATDARIYÊ WÊ NIKARIBIN JI DARIZANDINÊ BIREVIN'

Polatsoy anî ziman, ku ji ber tweeteke ti eleqeya wî pê tinebû, tîmên taybet ên çekdar avêtine ser mala wî, kûçikên polîsan dev li hevsera wî kirine, bêyî ku fêhm bike çi qewimiye ew bi balafirê ji rihayê birine Enqereyê, ji aliyê endamên MÎT'ê ve bi rengekî çavgirtî hatiye lêpirsîn, îşkence lê hatiye kirin, hatiye girtin û got, "Ji min re dibêjin, 'em gelekî bi te re mijûl bûn, me nekarî te bikin bersûc. Wê çaxê em te bikin şahid'."

Polatsoy da zanîn, bi rojan di manşetên televîzyon û rojnameyan de hedef hatiye nîşandan, piştî ji girtîgehê derketiye nekariye li nava kolanan bimeşe û diyar kir, weke malbat em gelekî mexdûr bûn. Polatsoy destnîşan kir, komplo hatiye hilweşandin û got, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek, televîzyon, radyo û malperên înternetê yên bi rojan li dijî wî propaganda reşkirinê meşandin, wê ji darizandinê xilas nebin. Polatsoy diyar kir, ew ê li dijî van hemûyand ozê veke.

Polatsoy got, "Eger dixwazin min ji vê dozê vegerînin, hingî bila belasebeb nekevin nava hewldanan" û wiha dewam kir: "Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek û medya alîgirê desthilatdariyê, ku min û malbata min di televîzyonan de hedef nîşan dan, wê nikaribin ji darizandinê birevin."