Ji Milîsên HBDH’ê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku wan li Mêrsîn û Stenbolê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 çalakî lidarxistin e.
Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku wan li Mêrsîn û Stenbolê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 çalakî lidarxistin e.
Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyek nivîskî wiha ragihandin: “Roja 4’ê Nîsana 2021’an milîsên me li ser pira li taxa Çavûşlû ya Toroslar a Mêrsînê pankarta bi nivîsa ‘Ji Rêbertî re azadî’ daliqandin, heman rojê hêzek din a milîsên me seat derdora 23:00’an li Arnavûtkoy a Stenbolê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek bi guleyên hewayî lidar xistin û banga mezinkirina têkoşîna li hemberî tecrîdê kirin.”