Ji mertalên zindî yên hatin berdan, li edliyeyê çalakiya rûniştinê

Ji mertalên zindî yên li Qabilweczê hatin binçavkirin 27 ji wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 55 mertalên zindî. Mertalên zindî yên hatin berdan li edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ji mertalên zindî yên li Qabilweczê hatin binçavkirin 27 ji wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 55 meratlên zindî û nûçegihanê DÎHA'yê Eren serbest hatin berdan. Mertalên zindî yên hatin berdan li edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û gotin "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Li bejahiya gundê Kelhesen ê navçeya Êlih Qabilcewzê leşkeran di 18'ê Îlonê de operasyon da destpêkirin. Piştî leşkeran operasyon dan destpêkirin, Hevşaredarên Êlihê, endam û rêveberên HDP, DBP'ê jî di nav de 82 mertalên zindî çûn herêma operasyonê û çalakî pêk anîn. Nûçegihanê DÎHA'yê Engîn Eren jî çalakiya mertalên zindî şopand. Lê leşkerên girêdayî Fermandariya Tabûra Qabilcewzê nûçegîhanê Eren jî di navde 82 kes binçavkirin. 82 kes şevê din sewqî dozgeriya Komarê ya Sasonê kirin. 55 mertalên zindî û nûçegîhan Eren li dozgeriyê serbest hatin berdan. Dozger, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemir û Gulistan Akel jî di nav de 27 mertalên zindî jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. 

MERTALÊN ZINDÎ: EM BIRYARA DOZGER NAS NAKIN

55 mertalên zindî ku serbest hatin berdan, piştî 27 mertalên zindi sewqî dadgehê hatin kirin, nerazîbûn nîşanî biryara dozger dan û ji bo 27 hevalên wan serbest bên berdan li ber Edliya Qabilcewzê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Mertalên zindî ku çalakiya rûniştinê pêk anîn diyar kirin ku sûcek hebe bi hev re kirine û xwestin hevalên wan serbest bên berdan. Piştî mertalên zindî li ber avahiya edliyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi sedan welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Mertalên zindî ku çalakiya rûniştinê pêk anîn, dirûşmên "Walî îstîfa bike" "Rûmeta mirovan wê îşkenceyê têk bibe" û "Dozger îstîfa bike" berz kirin. Çalakiya mertalên zindî heta serê sibehê berdawan kir. 

Mertalên zindî nerazîbûn nîşanî biryara dozgeriyê dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya xwe berdewam bikin. Mertalên zindî bang li Walî, Dozger û rayedarên dadgehê kir û xwest îstîfa bikin. Mertalên zindî anîn ziman ku ew wê heta daxwaza wan pêk bên çalakiya xwe berdewam bikin û rûniştina xwe berdewam kirin. 

Dema 55 mertalên zindî serbest hatin berdan, dozger Nûçegîhanê ajansa DÎHA'yê Engîn Eren jî serbest berda, lê kamera û wênekêşa wî desteser kir.