Ji malbatan serlêdana ji bo çûyîna Îmraliyê

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî sê sal in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersivê nikarin werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina dawî ya parêzeran jî 7'ê Tebaxa 2019'an de bû ku 4 sal di ser re derbas bûye.