Ji Mafê Mirovan nerazîbûna Misrê

Ji Mafê Mirovan nerazîbûna Misrê

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li Misrê qetlîama ku piştî darbeyê pêk hat şermezar kir. ÎHD’ê destnîşan kir ku divê ji demokrasî û mafên mirovan tawîz neyê dayîn û berxwedana li dijî rêveberiya neheq mafek e.

Komeleya Mafê Mirovan (İHD), derbarê qetlîamên li Misrê yên piştî darbeya  leşkerî daxuyaniyeke nivîskî da.  ÎHD’ê bi bîr xist ku di 14’ê Tebaxa 2013’an de hêzên ewlekariyê yên Misrê, li ber Mizgefta Rabîat'ul Adevî û Qada Nahda xwepêşanderên ku çalakiya rûniştinê pêk dianîn gulebaran kirin, bi sedan mirov ku jiyana xwe ji dest dan bi hezaran mirov jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hinceta vê mudaxeleya ku mafê jiyanê, civînên aştiyane û xwepêşandanan binpê û îhlal dike çi dibe bila bibe nayê qebûlkirin û kes nikare meşrû bibîne.

Daxûyanî bi van hevokan berdewam dike:

“Darbeyên leşkerî tu carî ji bo pirsgirêkên heyî nabe amûreke çareseriyê. Weke ku gelên li Tirkiyeyê jî pir baş dizanin li tevayî welatên ku darbeyên leşkerî lê pêk hatine heq û azadiyên mirovan hatine binpêkirin û îhlalên mezin ên mafên mirovan pêk hatine.

Wek Komeleya Mafê Mirovan me darbeya leşkerî ya di 3’ê Tîrmeha 2013’an de li Misrê pêk hat bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Wek parêzvanên mafê mirovan îhlalkirina maf û azadiyên bingehîn ên gelê Misrê û ligel wê îhlalkirina mafê tevlîbûna gel a ji pêvajoyên biryargirtinên siyasî û ji rêveberinê em şermezar dikin.”

‘JI DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN TAWÎZ NAYÊ DAYÎN’

ÎHD di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji demokrasî û mafê mirovan tawîz nayê dayîn û ev xusûs diyar kir: “Qetlîama li Misrê sûcekî mirovatiyê ye. UCM jî di nav de divê tevayî mekanîzmaya darazê ya navneteweyî bikeve nav tevgerê û lêpirsînkirina vê qetlîamê divê tenê ji mekanîzmayên darazê yên Misrê re neyên hiştin. Kesên bi darbeyê hatine ser kar divê tavilê dest ji wezîfeyê berdin û wê wezîfeyê jî hukûmeteke ku bi hilbijartinan were ser kar re bihêlin. Berxwedana li dijî rêveberiyeke neheq ne tenê li Tirkiyeyê li tevayî cîhanê mafek e.”